ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2019’AN 2019-10-05 09:00:00   * Li Mêrdînê derket holê ku mêrê bi navê Y.K yê li dibistenekê mamosteyê wêjeyê bûye li hemberê xwendekarekî îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye û hat hînbûn ku piştî bûyer çûye darazê bi daxwaza ceza îdianame hatiye amadekirin û Y.K ji kar hatiye avêtin.   *Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînê şaredariyê bûn, dest bi çalakiyê kirin, diyar kirin ku wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan qeyûman bişînin û biryarbûna wan wê bidome. DÎMEN HEYE   *Berdevka Demîr ya Komeleya Nivîskarên Jin nivîskar Emîne Şîmşek Emîral ku tevlî 7’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê TUYAP’ê ve pêk tê bû diyar kir ku armanca wan eve ku jinan bikin xwedî hişmendî û hişmendiyeke ku jin cuda neyên dîtin biafirînin. DÎMEN HEYE   *Meral Daniş Beştaş ya HDP’î der barê Reforma Darazê de axivî û diyar kir ku ev ne reforma darazê, pakêta tûrik e. DÎMEN HEYE   *Di meha îronê de bûyerên şîdet û qetilkirinê ya li hember jin û zarokan zêde bû. Mêran di meha îlonê de 39 jin qetil kir û bi şîdetê jî hewl dan 29 jinan qetil bikin.   *Rojnameger Gulcan Derelî bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jin yên Kurd axivî û got: “Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat û Nujiyan Erhan jinên ku dîroka rojnamegeriya jinên Kurd nivîsîne. Em jî bi pênûsa wan nivîsandinê berdewam dikin.” Nîlgun Mete jî got: “Xebata di çapemeniya Kurd de cesaret, wijdan û xebatek têr û tije dixwaze.”   * Jinên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê dijîn, li ser çalakiyên ku bi awayekî komînal tên lidarxistin  axivîn û wiha gotin: "Em di kampê de jiyanek komînal û xweş derbas dikin, em nahêlin dijmin gelê Efrînê ji hev qut bike û destê me ji hev qut bike." DÎMEN HEYE   * Endama Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Hesekê Şêrîn Ehmed diyar kir ku zindîkirina çanda xwendinê civakê pêş dixe û got: "Divê em xwedî li siberojê derkevin." DÎMEN HEYE   * Jina bi navê Eliye Yesîn Omer a ji gundê Dargirê ya girêdayî navçeya Mubeta Efrînê ye û niha li gundê Kefer Gorês a Şehbayê bi cih bûye axivî û got: "Dewletên navneteweyî bûn sedema rewşa me ya niha." DÎMEN HEYE   * Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, bi nameyeke ku ji ajansa me re şandin anîn ziman ku di girtîgehê de bi awayek kêyfî cezayê hevdîtinê li wan tê birîn, rastî lêgerîna tazî tên û tên derpkirin.