Nobeta Demokasiyê ya Wanê di roja xwe ya 47’emîn de dewam kir 2019-10-04 16:37:42   WAN - Endamên Meclîsa Jinan a Tum Bel Senê beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya Wanê bûn û gotin ew kêfxweşiya rojên xweş dijîn.   Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 47’emîn de li cihê her roj li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê dewam kir. Li gel parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek welatî, endamên Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Rêveberiya Xwecihî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel Sen) jî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan bênavber dirûşmên li dijî qeyûm berz kirin. Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Kawa Okkeş axivî û diyar kir ku ew ê li dijî bêhiqûqiyê berxwedana xwe dewam bikin.   Pişt re Endama Desteya Rêveberiya Navenda Tum Bel Senê Sati Buruncu axivî û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm darbeyek li dijî vîna gel û demokrasiyê ye û wiha got: “Em ê li dijî desteserkirina vîna gel demokrasiyê biparêz in. Piştî tayînkirina qeyûmê li Wanê ewilî hevalên me ji kar derxistin û binçav kirin. Em li dijî bertîlxwarin û sextekariya qeyûman li ber xwe didin û wê ev berxwedan berdeam bike. Şaredarî yên me ne. Buçteya şaredariyê mafê gelê wî bajarî ye. Em bi hêvînê wê rojên xweştir werin.”   Her dawî Endama Meclîsa Jinan a Tum Bel Senê Nazîfe Bayrak Tosu jî da zanîn ku ji dûrxistina vîna bi deh hezaran welatî darbeyek vekirî ye û pergala hevserokatî ne sûc e û destkeftiyek micid e. Tosu got divê vîna gel neyê desteserkirin û ew dixwazin ev neheqî demildest bi dawî bibe û vîna gel vegere ser wezîfeya xwe.