TJA’yê li Wanê xebatên kampanyayê deklere kir 2019-10-04 09:55:12   WAN - TJA’yê  di çarçoveya kampanyaya “ Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piyan” de xebatên kampanyaya cotmehê deklere kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “ Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan” de çalakiyên xwe yên ku dabûn destpêkirin bê navber didomîne. TJA’yê di meha kampanyayê ya sêyemîn de li Wanê  xebatên kampanyayê yên meha cotmehê deklere kir. Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, aktivîstên TJA’yê û gelek jin tevlî bûn.   ‘Mijara me ya sereke xweparastine’   Daxuyanî ji aliyê rêvebira HDP’ê ya Wanê Edîbe Babur ve hat xwendin. Edîbeyê diyar kir ku xweparastin mafê jinan yê herî rewa ye û wiha got:” Wekî ku hûn jî dizanin di meha tirmehê de me bi dirûşma” Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kampanyaya 6 mehan da destpêkirin. Ev 3 meh in xebatên kampanyayê didomin. Di van sê mehan de  mijara me ya sereke xweparastina jinan bû. Li dijî qirkirina xwezayê,li dijî îstîsmarkirinê û li dijî binpêkirina her mafekî xweparastina me jinan heye û divê hebe.”   ‘Xweparastina jinan mafê herî rewa ye’   Edîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî her polîtîkayeke dewletê xweparastin rewa ye  û wiha bi dawî kir;” Di her qadên jiyanê de li hemberî polîtîkayên dewletê xweparastina jinan mafê herî rewa ye. Niha gelek jinan ji ber ku li dijî tundiya mêr xweparastin pêk anîne hatine cezakirin. Em li vir dibêjin ku li dijî her êrîşekê em ê  di meha cotmehê de ji xwe parastina xwe pêk bînin.”