Zerga Acar kelepçekirî hat derbkirin û surgunkirin 2019-10-04 09:44:09   MÊRDÎN - Zerga Acar a li girtîgeha Hewegê girtî bû ji aliyê gelek gardiyanan ve hat derbkirin, kelepçekirî surgunê girtîgeha Jinan a Bunyan ya Qeyseriyê hat kirin. Hat hînbûn ku rewşa Zerga cidiyeta xwe diparêze.   Li girtîgehên ku zext roj bi roj zêde dibin, hat hînbûn ku Zerga Acar a nêzî temenê 60’î ye û li girtîgeha Heweg a Rihayê dima, di 3’ê Tebaxê de surgunê Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê hatiye kirin. Hat hînbûn ku di rîngê de rastî îşkenceyê hatiye, bi nameya ku bi hevkariya hevalên xwe şandibû tiştên jiya vegot.   Zerga ku nameya xwe şand ji parêzeran re diyar kir ku beriya derxin rê, ji aliyê gelek gardiyanan ve hatiye derbkirin û di rê de jî bi kelepçeyê rêwistî kiriye. Hat hînbûn ku ji ber di rê de nehiştine biçe destavê, niha pirsgirêkên tenduristiyê ji ber vê dijî.   Di rê de rastî îşkenceyê hat   Di nameya ku hevalên wê yên koguşê nivîsîn de wiha hat gotin: “Di 3’ê Tebaxê de beriya ji wir bînin rastî îşkenceyê hatibû. Dema ji Hewegê derdixin alava X-Ray deng jê tê. Wê dibin odeya lêgerînê. Li wir li wê dayikê dixin. Piştre polîsek bi dayikê digire û yên din jî lê dixin. Dayika Zerga ji ber lêdana tund seranserê rêwitiyê vedirêşe. Kîsik nadin dayikê. Ji ber darbeyan nikare rakeve, bimeşe. Her wiha nabin destavê.   ‘Me serlêdana sûc kir’   Bi kelepçeyê heta Qeyseriyê tînin. Ji ber darbeyên li serê wê xistine, her tim vereşiyaye. Ji ber nabin destavê, bi xwe de berdaye, lê dîsa eleqeder nebûne. Çawa tînin vir, fermandarê vir dibîne û hema dişînin nexweşdaneyê. Dema dayik hat koguşê nikaribû li ser piyan bisekine. Tansiyonê wê rabibû. Ji ber darbeyan hîna rewşa wê ne baş e. Me serlêdana sûc kir. Em bang li hemû rayagiştî dikin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi hestiyarî tev bigerin.”