Li Helebê rêzeçalakiyên Kongreya Star dom dike 2019-10-03 14:46:29   HELEB - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" hatibû destpêkirin li Helebê belavok hatin belavkirin.   Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê di çarçoveya rêzeçalakiya Kongreya Star a bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" hatibû destpêkirin belavok hatin belavkirin. Hemû Endamên komînan beşdarî hemleyê bûn. Belavkirina belavokan ji taxa Xerbî dest pê kir û heta Eşrefiyê dom kir.   Li ser belavokê ev tişt hatibû nivîsandin: 'Em hebûn, çand, ziman, nasname, jiyana azad û hevbeş, aşitiya gelan, vîna azad, rêxistina jinê, dewlemendiya çand û hunerê diparêzin. Gef û şerê dagirkeriyê yên dewleta tirk li hemberî Rojava û tevahî herêmên xweseriya demokratîk yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li hember van gefan 8'ê tebaxa 2019'an Kongreya Star hemleya xwe îlan kir.'   Rêzeçalakiyên Kongreya Star bi çalakiyên cur bi cur dom dike.