KCDP: Di meha îlonê de 53 jin hatin qetilkirin 2019-10-03 13:56:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestan li gor rapora Îlonê ya ku amade kir diyar kir ku di meha Îlonê de 53 hatine qetilkirin. Li gor raporê 11 mirinên biguman û 31 mirinên nehatine tespîtkirin ket nava qeydan.   Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP), rapora xwe ya Îlona 2019’an aşkere kir. Li gor rapora hat aşkerekirin di meha Îlonê de 53 jin ji aliyê meran ve hatin qetilkirin. Li gor raporê 11 mirinên biguman û 31 mirinên nehatine tespîtkirin ket nava qeydan.   ‘Heta darizandina bi edalet pêk neyê ew ê tundî bidome’   Di raporê de hat diyarkirin ku di jin bi maneya aboriyê, 9 jin ji ber xwestin dev ji mêrên bi wan re zewicî, redkirina daxwaza aştiyê, redkirina daxwaza hevaltiyê hatine qetilkirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku kesên sûcdar heta bi awayekî bi edalet neyên darizandin ew ê tundî bidome.   ‘Jin ji aliye kesên nêzî wan tên qetilkirin’   Di raporê de hat diyarkirin ku ji 53 jinên ku hatine qetilkirin jê 17 jin sedema qetilkirina wan nehatiye tespîtkirin. Di raporê de wiha hat gotin:”15 jin ji aliye mêrê bi wan re zewicî, 6 jin ji aliye xizmên xwe, 5 jin ji aliye hevalên xwe, 3 jin ji aliyê lawên xwe, 2 jin ji aliyê birayên xwe, Jinek ji aliyê mêrê bi wê re zewicî, Jinek ji aliyê kesê nenas hatin qetilkirin. 18 jin bi amûrên tûj, 12 jin bi çekan, 2 jin bi xeniqandinê, Jinek hem bi amûrên tûj hem bi xeniqandinê, Jinek bi ketinê, jinek bi madeya kimyewî, jinek bi şewitandinê hat qetilkirin. Mixabin 17 jin nehat diyarkirin ku çawa hatine qetilkirin. 30 jin malên xwe, 6 jin li kuçeyan, 2 jin li parke, Jinek li axur, Jinek li baxçe, jinek li cihê şahiyê, jinek li cihê kar, jinek li menaw, jinek li otele hat qetilkirin. Jinên ku hatin kuştin du jê li bendavê, du jê li daristanê mirî hatin dîtin. 5 jin nehat diyarkirin ku li ku hatine kiştin.   ‘Divê peymana stenbolê bi awayekî çalak pêk bê’   Di raporê de li ser girîngiya zagona 6284’an hat sekinandin. Di raporê de wiha hat gotin:”40 jinên ku di Îlonê de hatine qetilkirin di derbarê wan de nayê zanîn ku ji bo wan biryara parastinê hatiye dayîn an na. Her wiha derbarê 11 jinan de biryara dûrxistinê û parastinê nehatiye dayin. Divê peymana stenbolê bi awayekî çalak pêk bê.   Li gor rapora KCDP’ê di 9 mehên 2019’an de 354 jin hatine qetilkirin.