Nobeta Demokrasiyê ya Wanê di roja 46’an de didome 2019-10-03 13:32:06   WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 46’an de didome. Di nobeta demokrasiye de peyama “Heta ku zihniyeta qeyûm li vî bajarî têk biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Wezareta Karê Hundur di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser Şaredariyên Bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 46’an de didome. Di nobeta demokrasiye de peyama “Heta ku zihniyeta qeyûm li vî bajarî têk biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Parlamenterê HDP’ê yên Wanê Mustafa Avci, Hevserokên şaredariyan, endamên meclîsan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, Aktivîstên TJA’ê û gelek kes beşdarî nobeta demokrasiyê ya li ber avahiya HDP’ê ya Îpekyoluyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ne îdareya qeyûm, îradeya gel” hat hilgirtin. Daxuyanî  ji aliye Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci hat xwendina.    ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Mustafa diyar kir ku ev 46 roj in li kuçeyan li berxwe dinêrin û wiha got:”HDP ji bo wekhevîyê û azadiyê li berxwe dide. Me di demek kurt a sê mehî de xizmet baş ji gel kir. Me ne li gor encamên sindoqan me li gor pêdiviya gel xizmet kir. Me dizî nekir. Heta ku ev zihniyeta qeyûm ji holê rabe em ê li berxwe bidin   Piştî axaftinê gel çalakiya rûniştinê pêk anî û bi kilaman çalakî bi dawî bû.