Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad rapora xwe ya 9 mehan aşkera kir 2019-10-02 13:29:55   AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad rapora meha îlonê û 9 mehên dawî yên salê aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser binpêkirinên mafên ên li dijî rojnamegeran û hat gotin ku zextên li ser rojnamegeran di 9 mehên dawîn ê salê de zêdetir bûye.     Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora xwe ya meha îlonê û 9 mehên dawî ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran  bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatifê diyar kir ku di salên dawî de binçavkirin û girtina rojnamegeran kêm nebûye zêde bûye û wiha got: "Lêpirsîn, doz û darizandina rojnamegeran û cezakirina rojnamegeran her diçe zêde dibe. Di meha îlonê de jî tundiya li ser rojnamegeran kêm nebû. Wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) li gorî daneyên ku me ji çavkaniyên çapemeniyê kom kirin, di meha îlonê de 16 rojnameger hatin darizandin. 3 rojnameger bi giştî rastî 17 sal û 2 meh ceza hatin. Rojnamegerek hat girtin. Di 9 mehan de 46 rojnamger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin."   Zextên li ser rojnamegeran zêde bûne    Înîsiyatifê da zanîn ku di vê pêvajoya ku îktîdara AKP'ê "Pakêta reforma darazê tîne meclîsê" de di serdema îktidara AKP'ê de zexta li ser rojnamegeran zêde bûn û wiha berdewam kir: "Ev nîşan dide ku ev reform formalite ye. Bê navber li herêma Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Colemêrgê çalakî û şahiyên civakî û demokratîk tên qedexekirin. Di vê pêvajoya ku qedexe zêde dibe xebatkarên çapemeniyê ku dixwazin bername û şahiyên rêxistinên civakî bişopînin jî rastî zext û tundiyê tên. Rojnamegerên ku dixwazin wêne û dîmen bikişînin rastî astengiyan tên. Rojnameger nikarin bi hêsanî li kolanan çalakiyên civakî bişopînin û rastî astengiyên polîs û eskeran tên. An wênekêş û kamerayên wan desteser dikin an jî destûr nadin rojnameger têkevin qadê. Ev nîşan dide ku mafê azadiya çapemeniyê j destê wê tê girtin. Ev jî aşkere dike ku "Pakêta darazê" wê kêrî tişteki neyê."     Em dixwazin astengiyên li pêş çapemeniyê bi dawî bibin   ÎRA, destnişan kir ku wekî înîsiyatif dixwazin astengiyên li pêş çapemeniyê bên rakirin, lêpirsîn, binçavkirin, girtin û cezayê li rojnamegeran tê birîn bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Wekî înîsiyatif em rapora meha îlonê û 9 mehên dawî yên sala 2019'an bi were parve dikin. Em hevî dikin ku zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin."    Rapora Meha çileyê ya ÎRA'yê wiha ye:    * 145 rojnameger hêj girtî ne *52 rojnameger hatin binçavkirin *14 rojnameger hatin girtin  *32 rojnameger der barê wan de lêpirsîn hat vekirin *15 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin  *330 rojnameger hatin darizandin  *46 rojnameger rastî ceza hatin (Li 46 rojnamegeran bi giştî 138 sal û 7 meh û 18 roj ceza li wan birîn)  *24 rojnameger hatin berdan  * 2 rojnameguer hatin dersînorkirin    Meha îlonê:    *1 rojnameger hatin binçavkırın *2 Derbarê rojnamegeran de doz hatin vekirin   *16 rojnameger hatin darizandin  *3 rojnaemger rastî 17 sal û 2 meh ceza hat  *1 rojnameger hat girtin