'Li gel krîza heyî Amedî dest ji xwendina pirtûkan bernandin' 2019-10-02 11:24:10   Rengîn Azîzoglu   AMED - 7'Emîn fuara pirtûkan ya TUYAP'ê bi tevlibûna gelek pirtûkhezan berdewam dike. Li Fuara ku gelek nivîskar û helbestkaran wekî mêvan cihê xwe girt, berpirsiyarên wêşanxaneyên ku tevli fuarê bûne bal kişandin ser krîza aborî, bandora wê ya li ser firotina pirtûkan û wiha gotin: "Ji ber krîza aborû û bûhabûnê, pirtûkên ku me berê bi 10 lîre difirotin em niha bi 20 lîreyî difiroşin."   7'emîn Fuara Pirtûkan a ku ji aliyê TUYAP'ê ve hat organîzekirin, bi tevlibûneke zêde ya şêniyên Amedê berdewam dike. Fuara ku li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê hat vekirin, 160 wêşanxane tê de cih digirin û 220 nivîskar û helbestkar bûn mêvanê wê.  Rojê herî kêm ji 50 hezarî zêdetir kes serdana fuarê dikin, berpirsiyarên wêşanxaneyên ku li fuarê stand danîne diyar kirin ku li gel krîza aborî jî amedî eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin.    'Zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û pê bixwînin'    Ji Wêşanxaneya Ariyen Aynur Erşarî diyarar kir ku wan wêşanxaneya xwe bi taybetî ji bo girtiyên di girtîehê de vekirine û pirtûkên ku nivîskarên li girtîgehê dinivîsin di weşînin. Aynurê anî ziman ku ji bo girtiyan çapkirina pirtûkên wan dibe moral û ev tişt got: "Ev 3 sale me wêşanxane vekiriye û ev 2 sal in jî ku em tevli TUYAP'ê dibin. Li gorî salên borî tevlibûn hinek kêm bûye. Ji ber buhabûna kaxizê pirtûkên ku berê me bi 10 lîre difirot em niha ji mecbûrî bi 20 lîreyî difiroşin. Bi piranî xunêrên me xwendekar in û ji ber vê em bi buhayê ku li ser pirtûkê ye nikarin pirtûkê bidin wan.  Bi taybetî em dibînin ku eleqeya derbarê xwendina zimanê kurdî de gelek kêm e.  Sedema wê jî zextên dewltê yên li ser zimanê kurdî ne.  Naxwazin ku kurdî bê axaftin û bê hînkirin. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye, xwendekar jî bi piranî pirtûkên tirkî tercîh dikin. Ez dixwazim ji xwendekaran re bibêjim ku li gel hemû zor û zextan bila li zimanê xwe xwedî derkevin û netirsin."   'Dixwazin ku nivîskaraû xwendekarên kurdî xwe bigihînin me'   Ji Wêşanxaneya Sor, Kor û Manosê  Çagla Yolaşan jî diyar kir ku li gel navenda wan li Stenbolê ye jî hewl didin ku tevli hemû fuarên li bajarên cuda tên vekirin bibin.  Çagla anî ziman ku ew wêşanên xwe dixwazin bi welatiyan re parve bikin û got ku ew di serdema borî de wekî Wêşanxaneya Evrensel tevli fuarê bûne. Çagla got ku piştî Evrensel bi biryara KHK'ê hat girtin wan bi navên cuda wêşangeriya xwe berdewam kirine û wiha berdewam kir: "Hatina me ya Amedê ji bo me girîng e.  Wêşanxaneya Sor pirtûkên kurdî çap dike. Vê salê em bi pirtûkên Arjen Arî ku me hemû çap kirin û gîhandin TUYAP'ê tevli bûn. Em li Amedê hesantir diarin xwe bigihînin xunêrên bi kurdî dixwînin û hem jî ew dikarin hêsan bigihîjin me. Krîza Aborî bandora xwe li ser furê jî kiriye. Buhabûna kaxizê bandora xwe li ser bûhayê pirtûkan jî kir û ev jî pirtûkhezan dikxwe zoarê.  " 'Xwedîderektina li kurdî girîng e'   Xebatkara dildar a Wêşanxaneya Peywend Şîrvan Aşan Peywnd, diyar kir ku wan wêşanxaneya xwe bi aramanca pêşxistina zimanê kurdî vekiriye û got ku ew bi taybetî pirtûkên li ser Ziman û Wêjeya Kurdî diweşînin. Şîrvan di berdewamiyê de wiha got: " Sala duyeme ku ez tevli fuarê dibim. Em ji tevlibûn û eleqeya gel gelek memnûn in. Ji bilî çend pirtûkên bi tirkî em hewl didin ku pirtûkên bi tirkî neweşînin. Em dixwazin herî zêde bi kurdî weşanê bikin. Ji ber asîmîlasona li ser zimanê kurdî divê em bêhtir xwedî li kurdî derkevin. Xwendekar ji ber ku kurdî ne zimanê perwerdê ye dikarin hinek zahmetiyan di warê xwendinê de bikişînin. Lê em pêşniyar dikin ku li gel hemû zahmetiyan jî bixwînin û kurdiya xwe pêş bixin."