Beşîra Derwîş: Em encamên destûra, nûnertiya me tê de tune be qebûl nakin 2019-10-02 09:02:41   Şêrîn Zêrevan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Siyasetmedar Beşîra Derwîş derbarê destûrê nû yê ku ji bo Sûriyeyê dê nwere çêkirin û nevexwendina nûnertiya Rêveberiya Xweser a ji bo vê destûrê nirxandin kir û got: "Nûnertiya beşek girîng a li Sûriyeyê ji destûrê tê dûrxistin, destûrê ku nûnertiya me tê de nebe, em encamên wê napejirînin."    Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî  (NY) Antonio Guterres di 23  Îlonê de avakirina komîteya destûrek nû  ji bo Sûriyeyê, ragihand. Komîteya  nivîsandina destûr  nûnerên wê ji dewletên desthilatdar   yên ku tu eleqeya xwe bi Sûriyeyê re tune ne, hatine hilbijratin. Di nava nûneran de dîsa careke din nûnertiya  beşek  girîng ji Sûriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatine dûrxistin. Dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser nerazîbûneke mezin di nava civakê de da avakirin. Têkildarî mijarê Siyasetmedar Beşîra Derwîş nirxandin kir.    'Armanca hêzên hegemonîk ji destûrê ne çareserî ne'   Di destpêka axaftina xwe de Beşîra  bal kişand ser armancên dûrxistina nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewletên navneteweyî dîsa careke din rûyê xwe yê reş derxistin pêşberî mirovan. Çêkirina destûrek nû ji bo Sûriyeyê, em dikarin bêjin gaveke girîng e. Lê yên ku vê destûrê çêbikin gelo rastî kesên ku dixwazin aramî li Sûriyeyê pêk were? Em nikarin bêjin ku ev destûr  wê encamên baş  wê bi xwe re bîne, ji ber nûnerên ku rastî jî divê destûrê temsîl bikin ji dan û sitandinan tên dûrxistin. Hemû hêz girîngiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava axa Sûriyeyê de baş dizanin. Di heman demê de jî her kes girîngiya hêzên  Kurd li ser erdê baş nas kiriye, lê dîsa jî hêzên hegemonîk dixwazin nûnertiya kurdan paş bihêlin. Projeya me  wê demokrasiyê û çareseriyê bi xwe re bîne û armanca desthilatdaran ne çareserî ye. Ew dixwazin bi rengekî  vê destûrê çêbikin û dîsa jî di nav de berjewendiyên xwe biparêzin û gelê Sûriyê bixapînin. Destûrê wan ji niha ve vala ye û encamên wê em napejirînin."     'Divê gelê Sûriyeyê xwediyê biryara xwe bin'   Beşîra di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Qada civakê bi leyistokên siyasetê pir hatiye xapandin. Rojane dengeyên çareseriyê bi mirovan didin guhdarkirin, lê dîsa jî di rastiyê de tu projeyên wan li ser erdê tune ye  da ku mirov ji wan bawer bike. Destûrê ku were çêkirin, dîsa jî biryarê gel  tê de tune ye û li ser wan  wê were ferzkirin. Divê destûrê ku were çêkirin  rast be û nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê tê de hebe. Gelê Sûriyeyê xwediyê biryara xwe ne."