'Destûra Sûriyeyê divê bi awayekî demokratîk were nûkirin' 2019-10-01 14:53:39   QAMIŞLO - Jinên ku tevlî çalakiya konvedanê ya li ber navenda NY'ê bûn gotin: "Destûra nû ya Sûriyeyê divê bi îradeya Netewên li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê û malbatên Şehîdan were nûkirin."   Di pêşengtiya Kongreya Star de di çarçoveya hemleya "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe", bi dirûşma "Destûra ku em tê de beşdar nebin em qebûl nakin", bi dehan jin û Endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêvberiya Xweseriya Demokratîk û Malbatên Şehîdan tevlî çalakiya konvedanê ya li ber navenda NY'ê bûn. Jinên tevlî Çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.    Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Rûdîn Îsa diyar kir ku kurd wek aliyekî di destûrê de cihê xwe nagire û ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Piştî 11 hezara şehîd ji bo azdiya vê xakê me dan, dixwazin projeya netewa demokratîk rakin. Em qebûl nakin destûrek nû were nivsandin bê ku projeya netewa demokratîk cihê xwe tê de bigire. Wek jin li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî me çalakiya xwe pêk anî, em ê li ser piya bin heta ku destûra nû ya Sûriyê bi awayekî demokratîk were nivîsandin."   Jina bi navê Emîra Ebdû jî wiha got: "Ji destpêka Şoreşa Rojava jin li ser piya ne. Divê gelê kurd di destûrê de cihê xwe bigirin. Em ê qebûl nekin kesên tiştek ji bo vê xakê nekirine werin vexwendin. Divê malbatên Şehîdan jî cihê xwe tê de bigirin. Em bûn ên ku me DAIŞ têk bir, ev ax parast. Wek dayîkên şehîdan mafê me ye em destûtra nû bi hev re binivîsin."