Li Mêrdînê 44 roj in Nobeta Demokrasiyê berdewm dike 2019-10-01 14:52:30   MÊRDÎN - Parlamentera DHP'ê ya Mêrdîn Ebrû Gunay di Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê de axivî. Ebruyê bal kişand ser Pakêta Darazê jî û wiha got: "Bi sererastkirinên biçûk edalet nayê vî welatî. Pêdiviya me bi sererastkirinên esasî heye. Li hemû qadan li dijî destkeftiyên jinan êrîşeke mezin heye. Di vî warî de jî divê zêdetir xwedî li Peymana Stenbolê bê derketin."   Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin li Mêrdînê di roja 44'an de berdewam kir. Di çalakiya ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr hat kirin de gelek welatî, parlamenterên DHP'ê Ebrû Gunay û Pero Dundar tevli bûn. Çalakiya rûniştinê ku di bin dorpêça polîsan de hat destpêkirin bi stran û tilîliyan berdewam kir. Di çalakiyê de parlamnetera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî. Ebru diyar kir ku nahêlin hevşaredarên bi kedeke mezin hatin hilbijartin erka xwe bi cih bînin.     'Em ê mafê xwe paşve bigirin'   Ebrû diyar kir ku îradeya gel 44 roj e hatiye xespkirin û wiha berdewam kir: "Ev 44 roj e ku em li Wan, Amed û Mêrdînê di nobetê de ne. Em dibêjin ku em xespkirina îradeyê qebûl nakirin. Çi dibe bila bibe em ê mafê xwe paşve bigirin û wê îradeya gel bê ser kar. Qeyûm wê tu carî nikaribin bajarên me bi rêve bibin."   'Beriya guhertina pakêta darazê pêdivî bi guhertinên cidî heye'   Ebru talan, bêrêtî, û desteserkirina destkeftiyên jinan ji aliyê qeyûman ve bi bîr xist û got ku ew ê jin di 3'yê Cotmehê de li edliyê doza "dafdana ber bi fuhûşê ve" li edliyeyê bişopînin.  Ebrû vekirina meclisê jî bi bîr xist û ev tişt got: "Wê pakêteke darazê bikin rojevê û nikqaş bikin Ez dixwazim vê bibêjim:  Divê bi pergaleke rast a darazê rêya pergaleke adîl û demokratîk bê vekirin. Ji bo demokrasiyê pêdiviya me bi pergaleke darazê ya adîl û demokratîk heye. Ev jî berpirsiyariya meclisê ye. Bi sererastkirinên biçûk edalet nayê vî welatî.   Pêdiviya me bi sererastkirinên esasî heye. Li hemû qadan li dijî destkeftiyên jinan êrîşeke mezin heye. Di vî warî de jî divê zêdetir xwedî li Peymana Stenbolê bê derketin.   Çalakî piştî axaftinan bi dirûşma, "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bi dawî bû.