‘Bi delîlên sexte ceza li kurê min birîn’ 2019-10-01 09:25:30   MÊRDÎN - Di rûniştina doza Nisêbînê ya di 23’ê îlonê de hat dîtin de, li Şehmus Koç cezayê muebeta giran û 80 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dayika Şehmus, Şukriye Koç wiha got: “Bi delîlên sexte ev ceza li kurê min birîn. Ev tiştên tên jiyîn, nîşaneya welatê dijhiqûqê ye.”   Li Nisêbîn a Mêrdînê kesên di dema qedexeya derketina derve de li taxan asê mabûn, di 26’ê gulana 2016’an de hatibûn tahliyekirin û piştî vê 17 jê zarok bi giştî 70 kes hatin girtin û dozên der barê wan de hîna tên dîtin. Piştî runiştina meha sibatê şûnde, heyeta dadgehê di rûniştinan de mutala xwestibû. Heyeta dadgehê di rûniştinên ku bi giştî 70 girtî dihatin darizandin bi hincetên ‘Sûcên li dijî ewlehiya dewletê ya 302 a TCK’ê’ û ‘Hewldana kuştina mirovan’ ceza dan girtiyan.   Taxa tê îdiakirin li Nisêbînê tune   Di rûniştina ku 23’ê îlonê de hat dîtin, der barê Şehmus Koç yê tevî ku tevlî rûniştinê nebû û parastina wî nehat kirin jî biryar hat dayîn. Der barê Şehmus te hatibû îdiakirin ku li taxeke Nisêbînê ji çewalê hatiye derxistin şopa tiliyên wî hene û ji ‘TCK 302’an’ cezayê muebeta giran û 80 sal ceza hat birîn. Şehmus di parastina xwe de diyar kir ku taxa wek hincet tê nîşandan ne li Nisêbînê ye. Her wiha Şehmus li salona rûniştinê ji aliyê leşkeran ve jî hat derbkirin.    Heyetê bi gotina ‘me ji xwe biryar girtiye’ dest bi rûniştinê kir   Şukriye Koç ku roja rûniştinê li salonê amade bû, diyar kir ku kurê wî yê li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê bû piştî riyek dirêj anîne salona rûniştinê û got kurê wê nexwestiye bê parêzer parastinê bike û got: “Heyeta dadgehê li kurê min vegeriya û got ‘bê jî neyê jî gotinên xwe yên dawî bêje, me biryara xwe daye’. Kurê min jî li ser vê ji heyetê re got ‘ji xwe we ji zûde biryara xwe daye. Ez ji biryara we natirsim, hûn çi dixwazin bikin. 6 rûniştine tu tişt li ser min nehat dîtin. Di ya 7’emîn de we got delîl heye û ew jî li holê tunebû. Hûn dibêjin me li taxek Nisêbînê mayîn dîtiye, li ser şopa tiliyê te heye û didarizînin.’ Kurê min bi delîlên sexte ev ceza girt. Ev tiştên tên kirin nîşaneya dewleta dijhiqûqiye.”   ‘Bi pihînan kurê min ji salonê derxistin’   Şukriyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kurê wê bi derbkirinê ji salonê kaşkirine û wiha pê de çû: “Piştî parastinê kurê min dirûşma ‘Bijî serok Apo, Ez azad bûm’ berz kir. Wê navberê leşker bi ser kurê mind e çûn û ew birin odeyek din. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Bila mafê hemû zarokan ji wan re nemîne. Em bi zarokên xwe serbilind in. Me tu car serî netewand û em ê netewînin.”