Bahar Sen ya CHP’î: Feraseta rêveberiya hikûmetê pêşî li kuştinên jinan vedike 2019-10-01 09:24:25   ENQERE - Endama MYK ya Baskê Jinan a CHP’ê û aktîvîsta mafê jinan Bahar Sen, diyar kir ku polîtîkayên şer û krîza aborî di civakê de wek şîdet li jinan vedigere û got: “Bi salane li welatê me şîdetek ku berdewam dike heye. Ev jî ji ber jin dengê xwe bilind dikin, tê dîtin. Ligel vê feraseta rêveberiya dewletê jî pêşî li kuştinên jinan vedike.”   Li Tirkiyeyê yek ji rojevên sereke ya jinan, kuştinên jinan, îstîsmara zarokan e. Hikûmet jî vê nagire rojeva xwe û berovajî vê bi pakêta daraza nû re hewl dide polîtîka bêcezakirinê bike dewrê. Hikûmetê mafê nefeqeyê û Peymana Stenbolê yên ku ji destkeftiyên jinan e, ji nîqaşê re vekir. Endama Lijneya Rêveberiya navenda Baskê Jinan (MYK) a Partiya Gel a Komarê (CHP) û aktîvîsta mafê jinan Bahar Sen der barê rojevê de axivî.   ‘Perda şîdetê rabû’   Baharê diyar kir ku zêdebûna şîdeta li ser jin, zarok û sewalan, bi hemû tarîtî û xofa xwe tê dîtin û ev nirxandin kir: “Ev bi salan e berdewam dikin. Di encama jiyana serdest ya mêr û patrîarkal de derketin holê. Kuştinên jinan her tim zêde bûn. Piştî têkoşîna jinan li hemû cîhan û welatê me bilind bû, civakê ev ferq kir, perda şîdetê rabû. Dayika me kê şîdet nedîtiye, an jî kîjan jinê şîdet nedîtiye, kîjan zarok nayê tacîzkirin? Her kes di jiyana xwe de carekê rast hatiye. Her kes di jiyana xwe de carekê vê hîs dike.   ‘Yên bi rêve dibin ne xizmetê, îdeolojiya xwe difikirin’   Baharê daxuyakirin ku jin û zarokên rastî şîdetê tên, serî li merciyên rayedar didin lê encamekê nagirin û wiha pê de çû: “Jin têkoşîna vê didin. Lê dewlet di peywira ‘parastina ewlehiya can’ de bê daxawz tevdigere û pêvajo pir hêdî dimeşe. Şîdeta li ser jinê hêsan tê dîtin. Ji ber ku pirsgirêka rêvebera ji xizmeta ji bo welatiyan tê kirin wêdetir, guherîna pergala siyasî ye. Gotinên Emîne Bulut ya li Kirikkaleyê ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû hat qetilkirin, yên wekê ‘Ez naxwazim bimrim’ rewşa jinên li Tirkiyeyê vedibêje. Di rojên borî de jî li Enqereyê jina bi navê Fadîme Tekîn ji aliyê mêrê dest jê berdabû rastî êrîşê hat. Derket holê ku vî mêrî salên borî jî hevjînek xwe kuştiye. Bi salane li welatê me şîdetek ku berdewam dike heye. Ev jî ji ber jin dengê xwe bilind dikin, tê dîtin. Ligel vê feraseta rêveberiya dewletê jî pêşî li kuştinên jinan vedike.”   Baharê di berdewamiyê de da zanîn ku partiya wê jî xebatên têkoşîna li hember şîdeta li ser jnê dimeşîne û got wan Komîsyona Wekheviya Zayendî ya Civakî li şaredariyên xwe ava kirine, protokolên xebata butçeya der barê zayendê de hatin kirin û li ser vê xebat hatin meşandin.   ‘Em bi gelek STK’yan re di têkiliyê de ne’   Baharê balkişand ser Peymana Stenbolê ya ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tê girtin û wiha got: “Em wek partî bi israrin ku Peymana Stenbolê bi hemû xalên xwe bi awayekî samîmî pêk bê. Em ê şopdarên vê bin. Sala borî Platforma Şopandina Peymana Stenbolê der barê vê mijarê de raporek ji 50 salî pêk dihat pêşkêşî Grevîo kir. Şopdarên vê li qada navneteweyî têdikoşin. Em wek partî jî piştgiriyê didin. Em bi gelek STK’yan re di têkiliyê de ne. Em bi çalakiyên xwe hewl didin şîdetê bidin nîşandan.”