ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-01 09:00:00   *Bijîşka bi navê Peyman Rewşenbîr  derbarê xeteriya  zewaca zarokan a ji aliyê biyolojîk û derûnî ve got: "Zewaca zarokan bûyereke ne exlaqî  û xetere ye. Divê malbat ji zarokên xwe baldar bin û wan zû nedin zewicandin." DÎMEN HEYE    *Li Gundê Jinê  JINWAR'ê amedekariyên zivistanê tên kirin. Wetha Mihemed diyar kir ku hemû jin li hev kom dibin û amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û got:"Berhemên destê jinê cuda ne, bi xêr û bereket in."  DÎMEN HEYE    *Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehbayê dest bi komkirina zeytûnan kirin. Derbarê komkirina zeytûnan de jinan gotin:"Di nava hemleya komkirina zeytûnan de em  hemû jin  bi  dayina kedê dilxwaz in. Em bi hêvî ne xizmeteke baş ji bo hemû malbatan pêşkêş bikin." DÎMEN HEYE    *Savar kelandin çandek e û ber bi windabûnê ve diçe, Raziye Yilmaz, diyar kir ku bi kelandina savar bi xwe re jiyaneke komînal dide afirandin û ji ber ku her pêvajoya kelandina savarê bi alîkariya cîranan pêk dihat û got: "Ligel kareke zehmet bû jî bi hev re ked dihat dayîn û kêyfxweşiya xwe parvedikirin." DÎMEN HEYE   *Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê a HDP'yî 1’emîn Mihrîcana Mem û Zînê ya Ciwan a Çand û Hûnerê li dar dixe. Endama Komîsyona Çandê ya Şaredariya Cizîrê Fîrdevs Candoruk, bang li hemû niştecihên Cizîrê kir ku tevlî mihrîcanê bibin.  DÎMEN HEYE   *Hevberdevka HDK û parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku AKP’ê pakêta darazê bi partiya sêyemîn ya meclîsê HDP’ê re rûbirû nîqaş nekiriye û ev bertek nîşan da: “Welat tu car bi qasî dema AKP’ê, di mijara darazê de evqas şûnde neketibû.” DÎMEN HEYE   *Endama MYK ya Baskê Jinan a CHP’ê û aktîvîsta mafê jinan Bahar Sen, diyar kir ku polîtîkayên şer û krîza aborî di civakê de wek şîdet li jinan vedigere û got: “Bi salane li welatê me şîdetek ku berdewam dike heye. Ev jî ji ber jin dengê xwe bilind dikin, tê dîtin. Ligel vê feraseta rêveberiya dewletê jî pêşî li kuştinên jinan vedike.” DÎMEN HEYE   *Di rûniştina doza Nisêbînê ya di 23’ê îlonê de hat dîtin de, li Şehmus Koç cezayê muebeta giran û 80 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dayika Şehmus, Şukriye Koç wiha got: “Bi delîlên sexte ev ceza li kurê min birîn. Ev tiştên tên jiyîn, nîşaneya welatê dijhiqûqê ye.” DÎMEN HEYE