Fatma Kurtulan: Em bûn şahidê komkujiya darazê 2019-09-30 15:21:56   ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Fatma , bal kişand ser pakêta darazê ku AKP'ê anî rojevê û got: “Heta ku rewşa heyî ya HSYK’ê neyê guhertin, heta ku TMK ranebe, heta zagona têgeha terorê neyê guhertin, guhertinên di darazê de wê xizmeta edaletê neke.    Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di hefteyê de derketin pêş nirxan. Kurtulan, der barê rojeva meclîsê ya piştî 2.5 meh şûnde vebe axivî û wiha got: "Paketa darazê ku bînin rojeva meclîsê wekî rêgez divê bidin hemû partiyên siyasî. Rayedarekî AKP’î gotiye ‘Em nadin HDP'ê.' Niha vê pakêtê bidin HDP'ê û nedin HDP'ê niqaş dikin. Em dibînin ku HDP dîsa rastî polîtîkayên cudakariyê tê. Di destpêka sala sagonsaziyê de niqaşên wisa pêş ketin. Em wekî HDP'ê demek dirêj e ji bo demokratîkbûna Tirkiye bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtinan dikin. Makeqanûna demokratîk pêdiviya herî sereke ya Tirkiye ye. Teqez pêdivî bi qanûna nû ya ku rêya çareseriyê vedike heye. Dema em vê qanûnê saz bikin bê guman divê em bi hevre vê yekê bikin. Divê em di nava şewirmendiyê de bin û îtîfaqa demokratîk xurt bikin."   'Niha bêyî parêzer ceza dibirin'     Fatma, helwesta dadgehên herêmê jî rexne kir û wiha axivî: "Dadgehên herêmê wekî noterê tev digere. Bi taybetî cezayên kesên muxalîf ên diçin van dadgehan, wekî noterê wan erê dike. Berî her tiştî daraz ne serbixwe ye. Daraz bi tevahî ketiye bin kontrola îktîdara siyasî. Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) pirsgirêka bingehîn e. Heta ku TMK hebe edalet pêş nakeve. Heta ku daraz di kontrola hikûmetê de be, heta NYSK neyê guhertin û heta zagonên têgeha terorê neyê guhertin wê ev pakêta darazê xizmeta edaletê neke. Hem li gorî Qanûna Bingehîn û hem jî li gorî DMME'ê divê ev yek di meriyetê de be. Niha bêyî parêzer ceza dibirin. Tişta dibêjin nûjen, darizandina bê parêzer e. Berê heta kêliya dawî diviya bû parêzer di danişînan de amade bibe. Lê niha dixwazin bêyî parêzer darizînin û biryarê bidin."    'Em bûn şahidê komkujiya darazê'   Fatma, destnîşan kir ku diyar dikin wê pasaportê bidin parezeran û wiha axivî: "Bi vê yekê pir pesnê xwe didin. Her tiştî li ser keyfîyetê dikin. Her tişt wê li gorî helwesta Wezîrê Karên Hundir, Karên Derve û Wezareta Dadê bê guhertin û rastkirin. Heta ku daraz xwe ji xizmeta siyasetê rizgar neke, heta rewşa HSYK’ê neyê guhertin û TMK ranebe ev pakêt xizmeta edaletê nake. Niha muxalefeta herî bi hêz a li meclîsê HDP ye. Me hem di darizandina Birêz Fîgen Yuksekdag de û hem jî di darizandina Selehattîn Demirtaş de şahidî ji komkujiya darazê re kir.    'Betalî û xizanî her tiştî nişanî me dide'    Fatma,  bal kişand ser pebetaliyê jî wiha lê zêde kir: Betalî bûye pirsgirêka herî sereke ya welatê me. Ji ber betaliyê û mirov nikarin debara xwe bikin întîhar dikin. Wezîr Albayrak wekî her tişt gul û gulîstan be wêne dikişîne. Diyar dike ku îxracat zêde bûye û îtalat kêm bûye. Lê betalî û xizanî her tiştî nişanî me dide.    'Pirsgirêka jinê di ser siyasetê re ye'   Fatma, bal kişand ser polîtikayên bêcezakirinê û wiha bi dawî kir: "Polîtîkaya AKP’ê ya jinê bêcezahiştin e. Kanûnê heyî naxe meriyetê. Polîtikayên hikûmetê rê li pêş bersûc nagire. Bêtir bersûc sor dike. Rojên borî li mala parlamenterekî gotin jinekê întihar kiriye. Gotin Nadira Kadirova a li mala parlamenter dixebitî întîhar kiriye. Lê îdîayên hevalê wê û birayê wê heye. Diyar dikin ku ne întîhar e. Diyar dikin ku tacîz heye. Pirsgirêka jinê di ser siyasetê re ye. Divê ev bûyer ronî bibe. Em ê şopdarê vê yekê bin.