Li Mêrdînê bi ser malekê de hat girtin 2019-09-30 13:06:32   MÊRDÎN - Li taxa Îstasyona navçeya Artûklûyê polîsan bi ser malekê de girt û hat angaştkirin ku kesê bi navê Ferhat Şimdî tê gotin ku HPG’yî ye ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî. 4 jê zarok 8 ferdên malê hatin binçavkirin.    Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê serê sibê polîsên sivîl û polîsên tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Di serdegirtina malê de kesê bi navê Ferhat Şîmdî kut ê gotin endamê HPG’ê ye û di 27’ê îlonê de li navçeya Dêrikê di pevçûnekê de birîndar bûye ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî.     Piştî bûyerê Azad Şîmdî, Halîde Şîmdî, Şemsiye Şîmdî, kesek navê wî/wê nayê zanîn û 4 zarokên hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji zarokên binçavkirî yek jê nexweşê otîzmê ye.    Hat ragihandin ku 8 welatiyên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.