ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2019'AN 2019-09-30 09:00:00   *Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojiyê Roza Omer,  derbarê mijara zewaca zarokan de nirxandin kir. Rozayê diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de di nava civakê de dibe sedema birînên mezin û wiha got" Bê edaletiya di nava zayendan de hişt ku zarokên keç rastî bûyerên zewacê werin. Bazirganiya zarokan di bin navê zewacê de tê kirin. Zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne, derbarê nexweşiyên ku di nava kampê de derdikevin ev tişt gotin: "Li kampan em di konan de dimînin.  Ev kon jî di havînan de germ û di zivistanan de sarin, Ji ber wê  em bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin û pêdîviya me bi dermanên nexweşiyan heye." BI DÎMEN   *Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Nan û Dan ya berhemên destê jinê bûne derbarê tevlîbûna xwe ji bo Mîhrîcanê gotin: "Di Mîhrîcanê de, me dixwest vê carê em keda jinê  bi rengekî cûda pêşkêş bikin û kevneşopiya kurdî bi beşdarvanan jî bidin nasîn. Hest û keda  me jinan di van kêliyan de zindî ye, em parastvanên çanda resenin." BI DÎMEN   *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê li dijî zîhniyeta qeyûm têkoşîneke rêxistinkirî bê meşandin û wiha got: “Me ev xeta mor wisa hêsan bi dest nexist. Bi bedelên mezin, bi ked û berxwedanek mezin hat bidestxistin. Divê tu jin dest ji vê destkeftiyê bernede.”  BI DÎMEN   * Jinên Amedê diyar kirin ku divê parlamenter di çareserkirina pirsgirêkên vî welatî de rola xwe bilîzin û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên kuştin. Gelo parlamenterên jin di vê mijarê de çi dikin? Wezîr çi çareser dikin? Divê ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin.” BI DÎMEN   *Bezayê diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi têkoşîna hiqûqê dest pê dike lê desthilatdarî hiqûqê li gorî berjewendiya sermayê bi teşe dike û got: “Gel wê rojekê tiştên ji wan hatiye girtin, şûnde bigire. Yên dixwazin vê têkoşînê bişkînin jî wê bên teşhîrkirin.”BI DÎMEN   *Xebatên Platfroma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Darêzorê Hatine Girtin, didome û endamên platformê der barê qirkirina Êzidiyan ya hat jiyîn de pirsa ‘NY û LAHEY di vê mijarê de çima bêdengin’ pirsîn. BI DÎMEN   *Îzet Turan ê ku yek ji girtiyên bi salan e di girtîehê de dimîne, nexweşiya wî roj bi roj pêş dikeve û rewşa wî ber bi xeterê ve diçe. Xwişka wî Leyla Turan diyar kir ku li gel daxwaznameyên dane jî biryara tehliyeyê ji birayê wê re nehatiye dayîn û ev tişt got: "Wezareta Dadê û rêvberiya girtîgehê ji bilî ku li mirina wî temaşe bike tu tiştekî nakin."BI DÎMEN