Mala Jinê ya Eştarût hat vekirin 2019-09-29 14:25:45   QAMIŞLO - Yekîtiya jina Sûriyanî li bajarê Qamişloyê Mala Jinê ya bi navê Eştarût vekirin.   Îro li taxa Bişêriyê ya Bajarê Qamişloyê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Sûriyanî de , duyemîn Mala Jinê ya Eştûrat hat vekirin, ya yekmîn jî berî niha li bajarê Hesekê hatibû vekirin. Di Mala jinê de dê gelek jin cihê xwe bigrin û komîteya xwe ava bikin. Di vekirinê de bi dehan jin, her wiha endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Meclîsa Sûriya Demokratîk, Rêxstina Sara û bi tevahî rêstinên jin ên Kantona Qamişloyê amade bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, paşê li sar navê yekîtiya Jinên Suriyanî Sîham Qirîo û li ser navê Mecîsa Edaletê Kûlîzar Ibrahîm axivîn. Jinan di axaftinê de balkişandin ser giringiya mala jinê ji bo parstina mafê jinên sûriyanî û tevahî jinan, her wiha rola Meclîsa Edaletê di  mala jin de ji bo bi dest xistina mafê jinan.    Paşê Mala jinê ji aliyê jinên suriyanî ve hat vekirin û hemû jin debarsî mala jinê ku hat vekirin bûn. Piştre şahî bi dawî bû.