Zimanê me hebûna me ye li zimanê xwe xwedî derkevin 2019-09-29 11:33:43   Sara Şêx Hesen    HELEB - Zarokên Efrînê yên ku li dibistana Şehîd Qehreman a bajarê Helebê dixwînên hêvî dikin ku sala bê li Efrîna xwe perwerdeya xwe berdewam bikin.   Piştî êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê gelê Efrînê berê xwe dan bajarê Şehbayê. Şêniyên Efrînê ku berê xwe dan Şehbayê li ruxmê zor û zehmetiyan têkoşîna xwe berdewam dikin. Zarokên Efrînê yên ku li Helebê hatin bicihkirin jî niha jî niha perwerdeya xwe berdewam dikin. Zarokên Efrînê têkîldarî perwerdeya ku dibînin nêrînên xwe parve kirin.   'Em dixwezin zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin'   Şikran Hesen a 9 salî hêstên xwe wiha parve kirin: "Em pir ji ziman û dibistanên xwe hezdikin. Zarokên kurd jî wekî her kesî divê bi zimanê xwe perwerde bibin. Hêviya me ew e ku em perwerdeya xwe di demek nêz de, li Efrînê berdewam bikin. Zimanê me hebûna me ye li zimanê xwe xwedî derkevin."   'Em dibistanên xwe dixwazin'   Mihemed Elî yê 10 salî ye û li refa 6'an dixwîne jî bal kişand ser dibistanên Efrînê û êrîşên dewleta tirk û wiha domand: "Me li Efrînê di dibistana Şehîd Rojhilat de dixwand û li warên xwe em pir kêyfxweşbûn. Piştî êrîşa dibistanên me jî xera kirin. Gelek hevalên me di encama topbarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan. Lê me dest ji xwendina xwe berneda em li Helebê perwerdeya xwe didomînin. Em dev ji zimanê dayikê bernadin. Niha jî em li dibistana Şehîd Qehreman xwendina xwe didomînin. Zarokên vê dibistanê piraniya wan zarokên Efrînê ne. Hêviya me ew e ku em di demek nêz de li Efrînê perwerdeya xwe berdewam bikin."    'Rihê hevaltiyê xurt e'   Kawa Hiso li ser xwendina zimanê kurdî axivî û wiha pêde çû: "Em li Helebê waneyên xwe bi zimanê zikmakî dibînin. Li kêleka zimanê zikmakî zimanê erebî û îngîlîzî jî fêr dibin. Rojên me yên dibisatanan gelek xweş derbas dibin. Mamosteyên me gelek ked didin, ji bo wê jî em jî dixwazin di perwerdeya xwe de serkeftî bin. Li dibistana Şehîd Qehreman rihê hevaltiyê xurt e."