Arîna biçûk êdî azad e! 2019-09-29 09:08:30   MÊRDÎN - Esma Yilmaz ya di rojên borî de bi daxwaza berdana bi kontrol hat tahliyekirin, diyar kir ku dermankirina keça wê ya 3 salî Arîn ya nexweşa astimê ye li derve didome. Esmayê bi lêv kir ku bi Arînê re li girtîgehê zehmetiyên mezin kişandiye.   Esma Yilmaz ku bi keça xwe Arînê re bi mehan li girtîgeha Hejmar 2 a Rihayê ma, di mehên dawî de daxwaza wê ya sewqkirinê hat qebûlkirin û sewqî girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû kirin. Esma ya ku her carê daxwaza wê ya berdana bi kontrol dihat redkirin, rewşa keça wê Arîn ya nexweşa astimê bû jî her diçû giran dibû. Daxwaza Esmayê du sal şûnde hat qebûlkirin û Arîna ku hîna pitik bû ket hundir, niha li derve dermankirina wê didome. Arîn ku ji ber şaet û mercan çar demsalan bi şewbê diket, di vê navberê de jî gelek kîlo daye.   ‘Arînê rojên zehmet jiya’   Esmayê destnîşan kir ku ji bo biryara tehliyayê ji bo Arînê gelek kêfxweş bûne û wiha pê de çû: “Wek min gelek dayik di girtîgehê de ne. Divê zarok li girtîgehan mezin nebin. Me di vê pêvajoyê de zehmetiyên mezin kişandin. Rojên zehmet bûn. Arîn nexweş diket, baş nedibû. Carekê 20 rojan bez nedan Arînê. Me ji cilan bez çêdikir. Dermanên wê jî nedidan. Carekê germahiya bedena wê bû 39 . Me bir nexweşxanê. Doktoran tenê digotin lê baldar bin bila nexweş nekeve. Em diçûn nexweşxanê em dişandin malê. Me pirsgirêkên cidî jiya.Arîn her roj diçû revîrê.”   ‘Sê roj cezayê hucreyê dan min û keça min’   Esmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî ku tevlî çalakiya dengderxistinê ya li Rihayê hatiye kirin, nebûye jî 10 meh ceza lê hatiye birîn û wiha dawî lê anî: “Carekê li Rihayê hevalan li koxuşê çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Ji bo Arîn netirse hevalan got tu biçe jor. Ez jî çûm jor û min betanî avêt ser Arînê. Lê piştre ji ber vê çalakiya ku ev tevlî nebûme cezayê hucreyê li min birîn. Cezayê hucreyê dan lê piştre bi hewldana heyet û rêveberiya girtîgehê ceza pêk nehat. Arîn carekê pir nexweş ket. Kezeba wê kêm girt. Me dermanên astimê didayê. Keça min ji ber şert û mercên nebaş ji xwe dereng meşiya. Divê dayik û zarokên wan bên berdan. Divê zarok di nav çar dîwaran de mezin nebin.”