ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-29 09:00:00   * Jin ne tenê hunermend e nivîskar, rewşenbîr, şanoger û zanyare jî. Emanî Silêman ku pirtûka bi navê Bayîna Bayê nivîsandiye wiha dibêje:"Wêje giyanê jin û civakê ye û rasteqîna civakan radixe ber çavan."DÎMEN HEYE   *Kardelen Tezer 13 salî ye û hem diçê dibistanê û hem jî li kursê hînê çêkirina berikan dibe. Kardelenê biçûk banga xwedî li derketina çanda çêkirina berikan kir û got: "Xwedî li derketina çandê di temenê biçûk de dest pê bike, bêtir watedar e." DÎMEN HEYE   *Bayê sedefê yanî ‘psorîatîk artrît’ ku bandorê ji 5’an yek, li nexweşên sedefê dike, yek ji cureyê ba ku bandorê li ser hemû movîkên bedenê dike ye. Endama Hîndekariya Beşa Romatolojî ya Beşa Zanista Nexweşiyên Hundir ya Fakulteya Tip a Zanîngeha Hacettepeyê, Prof. Dr. Umut Kalyoncu bi wesîleya 28’ê îlonê Roja Hişmendîkirina Psorîatîk Artrît agahiyên girîng dan.   *Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş, der barê darizandinên ji nû ve de nirxandin kir û got: “Di serlêdananên darizandina ji nûve de, dadgeh newekheviya rêxistina siyasî dike û der barê ku rêgeza wekheviyê binpê dike de biryarên şênber hene.” BI DÎMEN   *Esma Yilmaz ya di rojên borî de bi daxwaza berdana bi kontrol hat tahliyekirin, diyar kir ku dermankirina keça wê ya 3 salî Arîn ya nexweşa astimê ye li derve didome. Esmayê bi lêv kir ku bi Arînê re li girtîgehê zehmetiyên mezin kişandiye.   Hîlal Kurul yek ji endama Kolektîfa Keda Jinê ye der barê 11’emîn kampa havînê ya pêk anîne de axivî û balkişand ser piştevaniya jinan a li hember her cureyê zext û binpêkirinê. Hîlalê banga rêxistinbûn û çareserkirina pirsgirêkan a li dora kolektîfa jinan kir. BI DÎMEN   * Li navçeya Cizîrê di 22’ê Îlonê de Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku hat vekirin, Hevseroka wir Leyla Yardim di derbarê komeleyê de axivî. Leyla, bi lêv kir ku zimanê kurdî li Cizîra Botan xwedî cihek girîng e û got: " Ziman vîn û rûmeta gelan e. Dema ku em zimanê xwe ji bîr bikin wê demê em dev ji rûmeta xwe berdidin.” BI DÎMEN