Xebatên ÇIRA TV'yê li Şêxanê tên qedexekirin 2019-09-28 16:51:43   Nesrîn Hisen - Elmas Nayif   ŞENGAL- Asayîşa Şêxan nahêle ku Çira TV li warê pîroz ê Êzidiyan li herêma Şêxanê bixebite. Endamen meclisa TAJÊ nerazîbûnên xwe anî ser ziman.   Çira TV qenaleke ku rê û resmên civaka Êzidî diweşîne.Nêzî 7 sal in hem bi bernameyên xwe hem jî bi nûçeyên xwe cih dide çand û jiyana Êzidiyan a li Kurdistanê, Ermenistanê û her devera ku Êzidî lê ne.Lê belê karê Çira TV li warê pîroz ê civaka Êzidî, li Laleşa Nûranî ji aliyê Asayîşa Şêxan ve hate qedexekirin.   'Em destûrê nadin me ji çanda me dûr bixin'   Berfe Elyas bi boneya qedekirina kanalê Çira  TV nerazîbûnê xwe bi vî awayî anî ser ziman: “ Di serî de em şexsiyetên ku kanala me qedexe kiriye şermezar dikin. Piştî fermanê kanalek civaka Êzîdî çêbû. Dijmin bi zanebûn dixweze kanalê Çira Tv qedexe bike. Armanca qedexekirinê ne tenê giredayî yek tiştî ye. Di esasê de dixwazin civaka Êzîdî  penaber bibe, ji çanda xwe dûr bikeve. Ji çanda xwe xerîb were ditîn. Lê em destûrê nadin me ji çanda me dûr bixin.”   'Em ê nehêlin kesek vîna me têk bibe'   Berfe Elyas wiha got: “ Em bang li hemû kesên Êzidiyan dikin ku ji bo qedexekirina Çira TV bêdeng nemînin. Em wek jin û dayikên Şengalê qedexekirina televziyona xwe qebûl nakin. Kes nikare Çira TV ya civaka Êzîdî tarî bike. Em ê nehêlin kesek vîna me têk bibe.”   'Çi bikeve ser milê me em ê bikin da ku dengê me neyê birîn'   Endama Meclîsa TAJÊ Meyan Nasir jî bi boneya qedexekirina Çira TV nêrînên xwe anî ziman: “ Em di serî de qedexekirina kanala Çira TV ya ku rê û resmê civaka me ya Êzîdî dida nişandan, şermezar dikin. Em jî wek Dayikên Şehîdan vî tiştî qebûl nakin. Beriya fermanê kanalek me civaka Êzidî tune bû. Kes pir nizanibû civaka Êzîdî çi dijî. Bi saya hebûna Çira Tv em xwe digihinên raya giştî. Bi saya Çira TV gel dît zehmetiyên me ku em pêra rû bi rû mane. Barzanî kanala Çira Tv qedexe kiriye û zorî dide endamên Çira TV. Ev tişt nayê qebûlkirin. Slavên me ji bo  kesên ku di Laleşa Nûranî ye. Divê em li dijî qedexekirina Çira TV bêdeng nemînin. Em ji bo qedexekirana Çira Tv bêdeng namînin. Pêwîst bike em ê dengê xwe bigihînin hemû cihanê. Çi bikeve ser milê me em ê bikin da ku dengê me neyê birîn. ”