Hevseroka Şaredariya Yenişehirê bi jinan re hat gel hevdu 2019-09-28 13:30:45   AMED - Hevseroka Şaredariya Yenişehirê Belgîn Laçîn Dîken, li Kuçeya Hevselê ya Semta Şehitlikê li ser taştê bi jinan re hat gel hevdu.    Piştî taştê hevseroka şaredariyê û endamên meclîsa şaredariyê li daxwazên jinan guhdar kirin. Jinan xwestin ku mala şînê ya ku berê meclîsa kuçeyê bû û di serdema qeyûm hat guhertin veguhere navenda jinê. Jinan anîn ziman ku di serdema qeyûm de navenda jinê hatiye girtin û wan gelek zehmetî dîtine.    Belgînê da zanîn ku ew ê daxwazên jinan bînin cih û ew ê hewl bidin ku jin  bêtir neyên mexdûrkirin.    Taştê bi sohbeta li ser daxwazan bi dawî bû.