Li Efrînê komkirina zeytûnan tê astengkirin 2019-09-28 11:52:52   ŞEHBA - Li Efrînê, kargehên çêkirina zeyta zeytûnan ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin qedexekirin û mewsimê komkirina zeytûnan desteser kirin.     Kiryarên dewleta tirk ên  derheqê şêniyên Efrînê de bi rêbazên cuda didomin. Di Efrînê de milkê welatiyan tê dizîn û firotin. Dewleta tirk komkirina mewsimê zeytûnan asteng dike û kargehên welatiyên yên çêkirina zeytûnan desteser kiriye.    Welatiyê bi navê Elî Hec Muhemed û hevjîna wî Emîne  yên ku  ji Gundê Berafê ya Navçeya Şera ya Efrînê  ne, dema ku mewsimê xwe yê zeytûnan kom dikin, komên girêdayî dewleta tirk gef li wan xwarin û mewsim û erdê wan desteser kirin. Ji komên girêdayî dewleta tirk ê bi navê Ebû Bekrî ya asayîşa Meryemînê tevî kesekî ji feyleqa sêyemîn, milkê welatiyên ku ne di Efrînê de ne desteser dikin. Ji duh ve dewriyeyên çeteyan li ser rêya  gundê Mereskê û Kefer Mezê, cihê mayînên bin erdê diyar dikin.    Komên girêdayî  dewleta tirk biryara qedexekirina karkirina kargehên zeyta zeytûnan girtine. Li gundê Şûrbe ya Navçeya Bilbilê 120 çewal zeytûn ji şêniyan  hatiye sitendin, li aliyekî din jî li gundê Kefer Delê yê girêdayî Navçeya Cindirêsê zêdetirî 300 darên zeytûnan hatiye desteserkirin.    Talankirina milkê welatiyan li hemû gundan berdewam e.