Li hember şaredarê AKP’ê yê Muşê bertek: Tiştên ku tên kirin zilm e 2019-09-28 09:09:42   MUŞ - Xebatên binesazî û kolandinê yên şaredariya AKP’ê ya Muşê ku li her derê bajar didome, gel bêzar kir. Bajar di nav axê de maye û 4 meh in jî av hatine birîn. Jinan berten nîşan da û gotin: "Em nikarin karê xwe yên rojane bikin, nikarin serê zarokên xwe bişon. Tu fedeya şaredariya AKP'ê bo me tune."   Di hibijartinên herêmî de yek ji cihên ku herî zêde hat nîqaşkirin Muş bû. Di hilbijatinan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 33,59 deng girt û AKP’ê jî ji sedî 34,76 deng girt. Piştî hilbijartinê, HDP’ê ji bo jimartina dengan serî li YSK’ê hatibû dayîn lê hatibû redkirin. Gelê Muşê li dijî xebatên binesaziyê yê şaredarê AKP’ê dimeşîne, bi bertekin. Şêniyên taxa Murat Paşa, diyar kirin ku li her taxa bajar xebatên binesaziyê tên meşandin, ji ber vê ev nêzî 4 meh in av hatine birîn. Jin ava depoya cîranan bikar tînin û her wiha li bajar ji ber xebatê her der di nav axê de ye, trafîk jî dixetime.   ‘Heta êvarê li pey avê me’   Canan Toktaş diyar kir ku dema hilbijartinê de AKP’ê deng ji wan xwestiye û got: “Ez bang li şaredar dikim. Tu tê ber derî dengan dixwazî. Dibêjî dengan bide min. Lê tu hatî hilbijartin te her kes jibîr kir. Ez mafê xwe helal nakim. Li ber derê min çem heye û di nav pîsiyê de ye. Em nikarin zarokan derxin derve. Em nikarin li ber derê xwe bisekinin. Tu fêdeya şaredarê AKP’ê bo me tunebû. Em sibehê heta êvarê li avê digerin.”   ‘Em gilî dikin me dişînin cihê din’   Cananê di berdewamiyê de wiha got: “Şaredar soz da gel lê soza xwe neanî bi cih. Şaredar bila taxa Murat Paşa lêkolîn bike. Herî zêde ji wir deng girt. Malbat û zarokên wî bûna gelo wê li vir bijiya. Em giliyê xwe dikin lê me dişînin cihên din. Şaredarî bêberpirsyare. Wisa nabe.”   ‘Em ji şaredariya AKP’ê ne razî ne’   Cahîde Uçan jî destnîşan kir ku pirsgirêka avê ya li bajar tê jiyîn ew mexdûr kirine û got xebatên binesaziya ku saleke didome, rê li ber gelek nexweşiyan û qirêjiya hewayê vedike û wiha bertek nîşan da: “Hewce nake em bêjin. Her tişt li ber çavan e. Em jê nerazîne. Serokomar bi mîlyonan pere radizîne. Ev pere bi ku de diçe?Xizmetê ji me re nakin. Saleke me bi vê axê mijûl dikin.”   ‘Heman cih 3-4 caran tê kolandin’   Încî Duman jî bi lêv kir ku ji roja şaredar dest bi peywirê kiriye heta niha pisgirêkên bajar hene û got heman cih 3-4 caran tê kolandin, ji bilî zirarê tiştekî ji bajar re nakin. Încî diyar kir ku ger şaredartiyê nizane çima berpirsyarî girtiye ser xwe. Ji ber av tune em nikarin zarokên xwe bişon. Sibehê saet bi 06.00’an de saetekê av tê. Em wê jî ji bo xwarin û vexwarinê xerc dikin. Em nikarin mala xwe paqij bikin. Em nikarin cilan bişon.”   ‘Tişta tê kirin zilm e’   Yildiz Aydinlik daxuyakirin ku ew li mala xwe li nexweş dinêre û ji ber bajar di bin axê de dimîne, nikare derxîne derve û ev tişt anî ziman: “Ji ber tirsa enfeksiyonê ez nikarim carekê nexweş derxim derve. Tişta ev dikin zilm e. Yên ji kar fêm nakin anîne ser kar.”   ‘Li Sûriyeyê şer heye lê qasî Muşê ne hilweşiyayî’   Ayfer Oruç jî berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Li Sûriyeyê şer heye, lê Muş zêdetir xera bûye. Bi salan e me dengê xwe daye AKP’ê, lê wan tu xizmet ji me re nekir. Yaken daxwaza me ev e ku vî şaredarî ji ser me bigirin. Bila kesekî ji şaredariyê û derdê mirovan fêm dikin bînin ser şaredariyê.”