Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê: Berxwedan dê bi şewazên cuda dewam bike 2019-09-27 16:31:25   MEXMÛR - Dayikên Aştiyê li dijî dorpêç û ambargoya li ser Mexmûrê 27 roj in li gel zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Dayikên Aştiyê îro bi daxuyaniyek dawî li çalakiya xwe anîn û gotin: "27 roj in em li ber asayîşê ne, lê rojek jî PDK'ê ji xwe şerm nekir. Her wiha NY jî berpirsiyariya xwe ya li hemberê wargehê pêk neanî ye. Em carek din dibêjin dê berxwedan bidome."   Ambargo û dorpêçkirina li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 72 roj in didome. Piştî dorpêç û ambargoyê nehiştin penaber ji wargehê derkevin û biçin li bajarên Herêma Federal a Kurdistanê hewcedariyên xwe pêk bînin. Her wiha Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li gel zor û zehmetiyan li seyteraya PDK'ê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikên ku 27 roj in li ber xwe didin der barê bi dawîkirina çalakiya xwe de daxuyaniyek dan û gotin dê berxwedan bi şewazên cuda berdewam bike. Li ser navê Dayikên Aştiyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî.   '27 rojan dayik li ber xwe dan'   Nuran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "27 roj in di nav koma dayikan de cih digirim. Ev 72 roj in li hemberî wargeha me ambargoyek hatiye danîn û wargeh hatiye dopêçkirin. Nahelin tu kes derkeve derveyî wargehê. Ev 27 roj in komek Dayikên Aştiyê li ber seytereyê çalakiya rûniştinê li dar xistin."   'Dê çalakiyên cuda li dar bixin'   Nuran, di daxuyaniyê de qala bi dawî kirina çalakiya rûniştinê kir û wiha axivî: "Me îro bi dawî çalakiya xwe anî. Lê belê em bi rêbazên cuda dê çalakiyên xwe bi domînin. Îro jî jineke ducanî ku rewşa wê giranbû ji sibêhê ve li vir hatiye rawistandin. 26 sal in ji ber zilma dewletê me berê xwe da li vir û em li ser vê axê dijîn. Gelê me ji bo parastina axa xwe gelek bedel dan û niha jî didin."   'PDK'ê rojek ji xwe şerm nekir'   Nuran, destnîşan kir ku PDK'ê gelek caran wargeh dorpêç kiriye û wiha got: "Em her carî bi berxwedanê bi ser dikevin û em dizanin PDKê li ku fermanê digire. Lê divê bila PDK'ê baş zanibe ku dewleta tirk bi destê kurdan kurd dide kurştin. Ne ku 72 roj dorpêç li ser me hebe, sal jî derbas bibin em teslîm nabin û bila vê yekî baş bizanin. Ev 27 roj in li ber asayişê ne lê rojek jî ji xwe şerm nekirin."   'NY bila berpirsyartiya xwe bîne cih'    Nuran, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tu carî serî netewandine û natewînin jî û wiha bi dawî axaftina xwe anî: "Dê bi berxwedanê dorpêç bê şikandin û dê serkeftin bibe ya me. Em bang li Netewiyên Yekbûyî dikin ku berpisyartiya binîn cih. Çima erkên xwe pêk naynîn. Em 27 roj in li vir in rojek nehatin hevdîtin bi me re nekirin. Ji bo em hevdîtinan bikin me hemû rêbaz bi kar anîn. Lê bixabin wan şansê xwe ji mirovahiyê ne girtiye."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bimire îxanet" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê dayikan bi meşê ji ber deriyê seytereya PDK’ê berê xwe dan wargehê.