Şandeya Jinan a Rojava: Ji bo yekîtiya kurdan pêşengiya jinan girîng e 2019-09-27 15:17:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Silêmaniyê çûn serdana rêxistina RJAK û Tevgera Azadî. Di serdanan de qala rewşa jinan û pêkanîna helwestek nîştimanî a jinan hat kirin.   Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 3 roj in li Herêma Federal a Kurdistanê ne, şande piştî hevdîtinên xwe yên duh li Hewlêrê, îro çû Silêmaniyê û bi Tevgera Azadî û Rêxistina RJAK’ê re civiyan. Jinan di hevdîtinan de gelek mijar girtin dest û li ser yekîtiya jinên kurd rawestiyan û da zanîn ku ji bo yekîtiya kurdan pêşegiya jinan girîng e.    'Em piştgiriyê didin armancên şandeyê'   Şandeyê destpêkê serdana Tevgera Azadî kirin û civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn. Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azad Bêrîvan Mihemed di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev serdan û civîn dikarin bibin bersiva rewşa niha ya jin ku tê dene. Em piştgiriya armancên şandeyê dikin û bang li aliyên din jî dikin da ku bi heman ruhî danûstandinê bikin.”   'Pêşengî yekîtiya netewî bikin'   Piştî wê Hevseroka Meclîsa Xwerêveberiya Herêma Efrînê Şêraz Hemo jî axivî Şîraz got ku çawa jinan pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir, pêwîste bi heman awayî pêşengiya pêkanîna yekîtiya netewî jî bikin.    'Ji bo lidarxistina konferansa 3'yem amade ne'   Piştî wê Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûn serdana rêxistina RJAK’ê û bi hev re civiyan. Piştî civîna her dû aliyan jî daxuyaniyek hat dayîn. Endama koordînasyona RJAK’ê Soma Ferhad kêfxweşiya xwe a ji bo serdana şandeyê anî ziman û wiha bilêv kir: "Ew weke RJAK ji bo alîkariya lidarxistina 3'yemîn Konferansa Jinên Kurdistanê amade ne.   'Ji bo destkeftiyan konferanseke hevbeş girîng e'   Piştre Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metîn jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Xebatek mezin ya jinan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye. Em dixwazin ji bo parastina destkeftiyan konferansek hevbeş lidarbixin. Ev konferans jî bibe dengek ji bo jinan daku bikarin hîn zêdetir rolê xwe bilîzin.”   Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Ji endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah, Aktîvîsta Civaka Sivîl Estêre Qasim, Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metîn, Hevseroka Meclîsa Xwerêveberiya Herêma Efrînê Şêraz Hemo û Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk tê.