Malbatên li ber avahiya HDP'ê êrîş kirin 2019-09-27 14:26:51   AMED - Malbatên ku bi îdîaya "Zarokên wan şandine çiyê" li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê 25 rojin di kontrol û ewlehiya polîsan de tên rawestandin.    Malbatên ku di bin parastina polîsan de li pêş avahiya HDP'ê tên rawestandin îro bi kevir û şûşeyên cam êrîşî avahiya HDPê kirin. Koma ku ji 20 malbatan pêk tê, hewl dan têkevin avahiya HDP'ê. Piştî hatin rawestandin, vê carê dirûşme berz kirin û bi şûşe û keviran êrîşî avahiya HDP'ê kirin.