Ji bo jinên qeyûm protesto kirin lêpirsîn hat destpêkirin 2019-09-27 13:44:50   WAN - Ji bo jinên ku ji bo qeyûman protesto bikin li wesayetên şaredariyê siwar bûbûn û pere  nedabûn lêpirsîn hat destpêkirin.    Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin. Ji bo ku Aktivîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê qeyûm protesto kirin û bê pere li wesayetên Şaredariya Wanê siwar bûn bangî wan a îfadeyê hat kirin. Hat hînbûn ku dema dayikên neçin îfadeyê talîmata bi zorê wan bibin hatiye dayin.    Her wiha rojên borî lêpirsîn ji bo meşa bi sedan jin beşdar bûbûn jî hatibû destpêkirin.