Yekemîn Kongreya Bijîşkan a Kantona Qamişloyê dest pê kir 2019-09-27 12:29:53   QAMIŞLO - 1'emîn Kongreya Yekîtiya Bijîşkan bi dirûşema "Bi zanebûneke tenduristî ber bi avakirina civakeke Ekolojîk û demokratîk" li hola Efrînê ya Kantona Qamişloyê dest pê kir.   1’emîn Kongreya Yekîtiya Bijîşkan bi dirûşma "Bi zanebûneke tenduristî ber bi avakirina civakeke Ekolojîk û demokratîk” li hola Efrînê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Bi dehan bijîşk tevlî Koonferansê bûn. Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.    Foza Yusif 1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan li tevahî bijîşkên amade pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bijîşkên me gelek ked dan, jiyana birîndarên me xilas kirin. Cihê ku şer biqewime mirov nikare behsa tendûristiyek baş bike. Ev 8 sal in şerek dijwar li vir qewimî. Bi hezaran zarokên me xwîna xwe rijandin. Wek gelê vir em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dengê xwe ji şervanê xwe re bikin yek  û em pergala hovane li ser xwe qebûl nakin.  Piştî şerên dijwar, gelek cihên me yên tendûristiyê têk çûn, vê yekê jî gelek encamên xirab bi xwe re anî. Projeyên me ji bo avakirina cihê tendûristiyê heye, heta roja me ya îro jî rewşa awarte berdewam e. Ji ber heta niha jî gef û êrîş li ser me tên kirin. Armanca me ya stratejîk ew e ku em welatekî xwedî tendûristiyek baş ava bikin."   Têkîldarê rojê sinevîzyonek hate pêşkêşkirin.   Konferans dom dike.