Rêveberiya wargehê gef li xwendekaran xwar 2019-09-27 09:13:37   MÊRDÎN - Li Wargeha KYK ya Mêrdînê ku jin lê dimînin, rêveberiya wargehê di bin navê rêgezên wargehê de ev nivîsa "Divê xwendekar tevî şort û pîjama negerin" parve kiribû. Xwendakarên ku bertek nîşanî vê parvekirinê dan ji aliyê rêveberiya wargehê hatin tehdîdkirin.    Li Wargeha KYK ya Mêrdînê ku jin lê dimînin, rêveberiya wargehê di bin navê rêgezên wargehê de ev nivîsa "Divê xwendekar tevî şort û pîjama negerin" parve kiribû. Xwendakarên ku bertek nîşanî vê parvekirinê dan ji aliyê rêveberiya wargehê hatin tehdîdkirin. Hat diyarkirin ku rêveberiyê bi avêtina ji wargehê xwendekar tehdîd kiriye.    Xwendekarên ku lîsteya qedexeyan parve kiribûn ji aliyê rêveberiya wargehê ve di heman demê de bi birîna bursa wan hatin tehdîdkirin.    'Em ji wargehê bên avêtin em ê li kuçeyan bimînin'   Ji xwendekarên wargehê H. wiha got:"Em hem tên mexdûrkirin hem jî gefan li me didin xwarin. Me tiştekî xirab nekiriye. Gelek jin bi vî awayî tehdîd kirin. Lê sûcê me tu kesî tune ye. Niha bi avêtina wargehê û destpêkirina lêpirsînê gefan li me didin xwarin. Em ji wargehê bên avêtin em ê li kuçeyan bimînin. Derek em pê de biçin tune ye. Divê rêveberî me fam bike û li gor wê tev bigere. Bila me bi van gotinan tehdîd nekin."