ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-27 09:00:00   *Jinên Efrînê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtine hest û kêfxweşiyên xwe wiha vegotin: "Kêliyên ku me bi Serokê xwe re derbas kiriye tu carî ji bîra me naçe. Em dildarên fikir û ramanê Rêberê xwe ne. Abdullah Ocalan xwe bi fikir û ramanên azad her xwedî kir." DÎMEN HEYE   * Di navbera jin û xwezayê de peywendiyeke xurt heye. Jina bi navê Xedîce Mihemed derbarê hezkirina xwe ya xwezayê de dibêje: "Xwedîderketina li xwezayê, xwedîderketina li jiyanê ye."DÎMEN HEYE   * Jiyana jina astengdar Hatîce Betû Çelebî, di nav zor û zehmetiyan de derbas bûye. Hatîce jî wekî bi hezaran hilbêjeran tayînkirina qeyûman wekî xespkirina vîna gel dinirxîne û her roj ji bo pêşeroja zarok û gel tevlî Nobeta Demokrasiyê dibe. DÎMEN HEYE   *Li Omeryanê di meha dawî de ji ber pevçûnê hatin jiyîn, aloziya li herêmê didome. Gundiyan diyar kirin ku piştî qedexe hatiye rakirin cenderme li gundan geriyane û bi gotina ‘ji van deran biçin, her tişt dikare bê serê we’ hinek malbat tehdîd kirine.   *Di 10 salên ku bêyî Ceylanê derbas bû de ne kujer hatin dîtin ne jî berpirs. Çavên Ceylana 12 salî di yekane kareya wêneyê wê de 10 sale li me dinêre. Dayika Ceylanê, Salîha jî 10 sale dixwaze kujerên keça wê bên cezakirin û her wiha daxwazek wê ya din heye; aştî… DÎMEN HEYE   *Seroka KÎKAP’ê ya Trabzonê Nîlgun Turan diyar kir ku zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî dimînin, bicihkirina wan ya li stargehên jinan û navendên parastinê ne raste, divê li yek navendekê ji aliyê heman nexweşxane, heman doktor ve bê dermankirin. DÎMEN HEYE   *Di rojên borî de Seroka Giştî ya berê ya ESP’ê Çîçek Otlu tahliye bû û diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê tecrîd bi awayekî giran tê jiyîn û got bi zextan dixwazin hem îradeyê bişkînin û hem jî serî pê bidin tewandin. BI DÎMEN