Çalakî û şahiyên li Heskîfê hatin qedexekirin 2019-09-26 16:26:10   ÊLIH - Qeymeqamiya Heskîfê ragihand ku li navçeyê her cûre çalakî û şahî ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.    Qeymeqamiya Heskîfê têkildarî Heskîfê daxuyaniyek da. Qeymqamiyê ragihand ku her cûre çalakî û şahî li Heskîfê hatine qedexekirin. Qeymeqamiyê diyar kir ku dê qedexe ji 26’ê îlonê dest pê bike û heta 10’ê cotmehê bidome û ji bo lidarxistina şahî û çalakiyên li Heskîfê bi destûr sitendinê ve girêda.