Li Amedê Nobeta Demokrasiyê pêk hat: Darbeya siyasî didome 2019-09-26 16:00:12   AMED - 39'emîn Nobeta Demokrasiyê li Amedê bi tevlîbûna sazî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî pêk hat. Cîgira Hevserokên ESP Beycan Taşkiran di nobetê de diyar kir ku di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan û got: "Dê ne pergal Fîgenê bidarizîne,  berevajiyê vê yekê Fîgen dê pergalê bidarizîne."   Nobeta Demokrasiyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 39 roj in didome îro dîsa li Amedê li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê, Partiyên Îtîfaka Kurdistanî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Laçikspî û bi sedan welatî beşdar bûn.   Dayikên Aştiyê yên Êlihê bi pankarta "Dest nede vîna min" û bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan" meşiyan heta cihê çalakiyê û piştevaniyê dan nobetê. Girseyê jî bi dirûşm, tilîlî û çepikan dayikan pêşwazî kir. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî da çapemeniyê.   'Darbeya siyasî berdewam dikin'    Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen ewilî axivî û bal kişand dadgehkirina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku dê sibê bê dîtin û got biryara girtina her du hevserokên wan ên berê wek berdewama darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ye. Hulya da zanîn ku dê li dijî biryara ji bo hevserokên wan berê hat dayîn, bersiva wan wê bibe mezinkirina berxwedan û têkoşînê.    'Bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan'    Cîgira Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî diyar kir ku di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên ku li kolanan li ber xwe didin li ser wan êrîşeke berfireh heye. Jinên dixwazin bi rûmet bijîn tên qetilkirin. Ev pergala faşîst ji jinan re derveyî zilmê, xizaniyê, qeyranê tiştekî neaniye.” Taşkiran bal kişand ser doza Yuksekdag û diyar kir ku dê ne pergal Yuksekdag bidarizîne dê berevajiyê vê yekê Yuksekdag vê pergalê bidarizîne.    'Lîstikên xwe bi xwe deşîfre kirin'   Parlementerê HDP'ê yê Şirnêxê Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku AKP ji bo ku desthilatdariya xwe ser pêya bihêlê êrîşî her kesî dike û wiha axivî: "Piştî tayînkirina qeyûman lîstika ku xistine dewrê bi destên xwe aşkere kirin. Beriya çend rojan Wezîrên AKP'ê bi dayikên ku li derê avahiya me rûniştî re rûniştin. Serokkomar û wezîrên wan gotin ‘em êşa dayikan parve dikin.’ Lê beriya çend rojan yek ji wan dayikên li ber avahiya me rûniştibû, lawê wê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Destûr nedan wê dayikê ku şîna xwe deyne. Ev rewş durûtiya AKP'ê dide nîşandan."     'Divê meyla zaliman neyê kirin'   Li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî axivî û diyar kir ku yên ku dibêjin ez mirov im divê meyla zaliman nekin û wiha got: "Lazim e yên ku dibên ez bi rûmet im divê ji zilmê re nerazîbûna xwe bînin ziman û tevlî çalakiyan bibin."   'Werîn em vî şerî biqedînin'   Herî dawî li ser navê Dayikên Aştiyê yên Êlihê Sûltan Azboy axivî û bang li dayikên leşker, polîs û dayikên li ber avahiya HDP'ê kir bilêv kir: “Werin em destê xwe bidin destên hev. Werin em vî şerî biqedînin. Êdî bes e bila kuştin li vî welatî çênebe bila aşitiyek were. Bes e em ji xwînê têr bûn. Li çiya û kolanan ciwan tên kuştin. Em dibên destê xwe bidin hev bila ev xwîn bisekine. Êdî bes e.”