Yekîtiya Rewşenbîran daxuyanî da 2019-09-26 15:35:22   QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, gotin destûra ku nûnerên hezaran şehîdan ên ku ji bo Sûriyeke demokratîk xwe kirin qurbanî, jê werin dûrxistin, ew destûr ne adil e û ne demokratîk e.   Piştî  îlankirina komîteya destûr a Sûriyê di 23`yê Îlonê de û nebeşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, nerazîbûna li hemberî vê yekê roj bi roj zêde dibe.   Di vê çarçoveyê de, bi dehan endamên Yekitiya Rewşebîrên Herêma Cizîrê, li baxçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endamê yekitiyê Diyar Dirêî bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî ji aliyê endama yekitiyê Koser Mardînî hate xwendin.   Di daxuyaniyê de, hate gotin ku ew vê komîteya sexte û xapînok red dikin û hêzên ku serpereştiya vê yekê dikin, dixwazin welat parçe bikin û ev yek jî wê istiqrar û çareseriyê ji welatê wan re neyîne.   Daxuyanî wiha didome: “Bê guman dawîbûna aloziya Sûriyê û danîna destûrekî nû, daxwaza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê divê ev destûr demokratîk be û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike, ne ku destûrekî mêtingeran ku li şûna gelê Sûriyê binivîsinin.”   Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, gotin destûra ku nûnerên hezaran şehîdan ên ku ji bo Sûriyeke demokratîk xwe kirin qurbanî, jê werin dûrxistin, ew destûr ne adil e û ne demokratîk e, ew destûr ê hêza ku xwîna gelê Sûriyê di nav xwe de parçe kiriye û ew nûnertiya îradeya gelê Sûriyê bi tevahî nake û nexasim Kurd."