Meşa Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê hat astengkirin 2019-09-26 15:27:30   MEXMÛR - Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 26 roj li pey xwe hişt. Dayikan destnîşan kir ku divê dorpêç û ambargoya li Mexmûrê bê rakirin. Di çarçoveya çalakiya Dayikên Aştiyê de dayikan xwestin meşekê li dar bixin. Meş ji aliyê asayişa Hukumeta Iraqê hat astengkirin.    Dorpêça li hemberî  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 71 roj in didome. Dorpêça ku ji hêla PDK'ê ve hatî dayîn jiyana penaberên Mexmûrê kiriye zehmetiyê. Komek Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê xwestin hinceta dorpêçê hîn bibin lê mûxatap nedîtin. Dayikan li dijî dorpêç û bêmuxataptiyê 26 roj in li ber xwe didin. Dayik di nav şert û mercên ne baş de çalakiya xwe didomînin û her wiha serdanên ku ji bo dayikan tê kirin ji hêla asayîşa PDK'ê ve tê astengkirin. Dayikan da zanîn ku heta ku daxwaz bi cîh neyên dê çalakiya xwe bidomînin. Di çarçoveya çalakiya Dayikên Aştiyê de dayikan xwestin meşekê li dar bixin. Şêniyên Mexmûrê saet di sisiyan de xwestin li ber Saziya Malbatên Şehîdan meşê dest pê bike lê meş ji aliyê asayişa Hukumeta Iraqê hat astengkirin.