Meclîsên Jinê yên HDP'ê ji bo rûniştinên siyastmedarên jin bang kirin 2019-09-26 14:03:42   STENBOL/ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Îzmîr û Stenbolê ji bo rûniştina Figen Yuksekdag a sibehê û ji bo rûniştinên Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel ku di 16'ê Cotmehê de ew ê bên dîtin banga beşdarbûnê kir.    Meclîsên Jinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbol û Îzmîrê ji bo rûniştina Figen Yuksekdag û rûniştinên Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel ku di 16'ê Cotmehê de ew ê bên dîtin civîna çapemeniyê li dar xistin û banga beşdarbûnê kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'a Stenbolê Aysun Çeper da.    'Îktidar êrîşî jina têdikoşe dike'   Aysunê got:"Êrîşên li dijî jinê yên wekî maf, azadî, jiyana jinê didomin. Jinên ku ji bo mafê xwe li berxwe didin, otorîteya mêr lêpirsîn dikexwe rêxistin dike hedef tên girtin. Lê tevî vê em serî natewînin. Em ê bi hev re têbikoşin û hêza xwe mezintir bikin."   Ji bo rûniştinê bangewazî   Em bang dikin ku hemû jin beşdarî rûniştinên Figen Yuksekdag a ew ê di 27'ê Îlonê de pêk were û beşdarî rûniştinên Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel ên ku ew ê di 16'ê Cotmehê de pêk were dikin.    'Fêl bi destên darazê pêk hatiye'   Daxuyaniya ku li Îzmîrê hat kirin jî Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur kir. Besriye got:"Fêl bi destên darazê pêk hatiye. Ji ber têkoşîna azadiya ji bo jinê îktidar hêrs dibe. Ji bo destkeftiyên jinan bi dawî bibe Em ê li dijî nebaşiyê rêxistinbûyina xwe bidomînin."   'Em ê doza mafdar a Fîgenê biparêzin'   Besriyeyê got:"Em ê doza mafdar a Fîgenê biparêzin. Em bang li her kesî dikin ku bedşarî rûniştina Fîgenê ya 27'ê Îlonê bibin."