Li Xalfetî û Birecikê mijara 'Jin û aştî' hat nîqaşkirin 2019-09-26 13:44:46   RIHA - Jin di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li navçeyên Xalfetî û Birecîka Rihayê bi mijara "Jin û aştî" li hev civiyan.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li navçeyên Xelfetî û Birecîka Rihayê hevdîtina jinan pêk hat. Hevdîtina jinan bi ser navê "Jin û Aştî" pêk hat. Aktîvîstên TJA'yê Narîn Gezgor û Felek Erdem di hevdîtinê de bal kişandin ser şîdet, kuştina jinê û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan.    Jinan di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê, biryarên CEDAW'ê û qanûna 6284'an û gotin dixwazin van tiştan ji holê rakin. Her wiha di hevdîtina jinan de jin li ser mijarên wekî karkên demsalî, kedxwariyê û hat destnîşan kirin ku li dijî wan yekan divê jin rêxistinbûna xwe xurt bike.