Meclîsa Jinan piştgirî da Fîgen Yuksekdag: Fîgen sembola jinê ye 2019-09-26 13:33:34   ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê ji bo piştgiriyê bidin 14’êmîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê  Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin di 27’ê Îlonê de doza wê bê dîtin daxûyanî da. Di daxûyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Berxwedana ku em di siyaseta demokratîk de dide em di şexsê Fîgen Yuksekdag de dewam bikin. Fîgen Yuksekdag sembola jinê ye û ji bo hemû jinên girtî yên siyasetmedar ew ê têkoşîna me berdewam bike. Doza mafdar a Fîgen em ê vegerînin qada berxwedanê.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şırnexê, ji bo piştgiriyê bidin 14’êmîn danişîna doza Hevseroka Giştî ta Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag ku girtî  tê darizandin di 27’ê Îlonê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin li avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxûyanî da. Hevşaredarên HDP’ê yên Şirnexê Zeynep Unat û Zekî Îrmez, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, rêvebirên HDP-DBP’ê yên navçeyan û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinan,  Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat daxuyanî xwend.   Zeynep, bi lêv kir ku di derbarê Hevseroka Giştî ya Berê  Fîgen Yuksekdag de bi destên darazê dek û dolap hatine çêkirin û  hatiye girtin û wiha got: “Ev biryar bê fikar berdewamiya Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê ye. Roja ku naveroja pakêta darazê hat ravekirin , bi vê biryarê peyam dan ku li dijî jin, sosyalîst, siyasetmedarên kurd, şoreşger û muhalîfan êrîşan berfirehtir bikin. Bersiva me jî ew e ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin, piştgiriya jinê û bingeha berxwedana xwe ya hevbeş xurtir bikine.”   ‘Îktidar êrîşî jinên ku li her qadê û her beşê de berxwe dide, dike’   Zeynep, di domandina axaftina xwe de ev tişt got: “ Hevşaredara Giştî birêz Fîgen Yuksekdag  rehîn hatiye girtin. Ev li dijî destkeftiyên jinan, maf, azadî, jiyan û li dijî hebûna me parçeyek êrîşê ye. Îktidar êrîşî jinên ku li her qadê û her beşê de berxwe dide, dike. Di nav berxwedana azadiya jinê de Fîgen Yuksekdag ku navek girîng e ji ber wê di girtîgehê de rehîn tê girtin.”    ‘Dewleta baviksalarî destkeftiyên me jinan hedef digire’   Zeynep, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku berxwedana azadiya jinê ji bo zihniyeta baviksalarî û bloga AKP-MHP’ê re bûye astengiyek mezin û wiha dewam kir: “Sedema vê hêrsa wan a li dijî siyasetmedarên jin ji ber vî tiştî ye.   Îktîdar û edaleta mêr ku li dijî Fîgen Yuksekdag hêrs bûne sedema wê ji ber berxwedana azadiya jinê û cesareta wê ye. Îktîdara ku li dijî jinê hêrs bûye û dixwaze destkeftiyên jinan tune bike. Divê em xwe rêxistin bikin û em soz didin ku berxwedana me berdewam bike. Dewleta baviksalarî destkeftiyên me jinan û mafên me bi awayek bêhiqûqî hedef hatiye girtin.”   ‘Em ê xwedî siyaseta jinê û jinên siyasetê derkevin’   Zeynep, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 14’êmîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê  Fîgen Yuksekdag ku girtî  tê darizandin dê sibehê bê dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Doza Fîgen Yuksekdag di 27’ê Îlonê de li Sîncanê dê bê dîtin. Em li gel Fîgena ku serî netewand, li dijî zihniyeta baviksalarî derket, li dijî mafê hatiye xespkirin sekiniye û berxwedaye ne.  Di serî de li dijî Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me yên jin, hevşaredarên me yên jin, rêvebir û aktîvîstên me polîtîkaya rehîneyê ku tê meşandin û em ê nehêlin ku di şexsê wan de berxwedana jinê bê tasviyekirin û em ê rê nedin vî tiştî. Doza mafdar a Fîgen em ê vegerînin qada berxwedanê. Em ê xwedî siyaseta jinê û jinên siyasetê derkevin.”    Daxûyanî bi çepik û dirûşma “Em ê serî hildin û bi ser bikevin” bi dawî bû.