Kongreya Star şahî li dar xist 2019-09-26 12:06:49   HESEKÊ - Pênasekirina hemleya kongreya Star a ku bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe" dest pê kiriye, bi şahiyekê ji aliyê jinan  bi dawî bû.   Di çarçoveya Hemleya  Kongreya Star  a ku bi dirşmeya"Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe" di 8'ê Tebaxê de hatibû ragihandin de li Taxa Miftî a Bajarê Hesekê bi beşdarbûna jinên sazî û dezgihên civakî û endamên navenda Çand û Hunerê belavokên xwe bi dawî kirin.   Di şahiya dawîkirinê de jinan cil û bergeyên xwe yên kurdî li bejna xwe xemilandin û di nava taxê de geriyan. Piştî ku belavokên xwe xelas kirin berê xwe dan navenda çand û hunerê û şahiya xwe li wir li dar xistin. Şahî bi girêdana govendê û dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.