Kesên li Stebolê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2019-09-26 11:01:03   STENBOL - Duh 6 kesên di Nobeta Demokrasiyê de hatin binçavkirin piştî li emniyetê îfade dan serbest hatin berdan.    Piştî qeyûmên ku tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan hatin kirin, ji aliyê HDP'ê ve Nobeta Demokraisyê hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 6 kesên li Stenbolê tevli Nobeta Demokrasiyê ku li Esenyurtê hat lidarxistin bûn hatibûn binçavkirin.    6 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya wan li Muduriyeta Emniyetê hat girtin hatin berdan.