Du jinên Kurd ên Êzidî hatin rizgarkirin 2019-09-25 14:50:30   ŞENGAL - Du jinên Kurd ên Êzidî  ku dema fermana 2014'an de dîl ketibûn destên çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin ji aliyê Meclîsa TAJÊ’ê ve li Meclîsa Xanesorê radestî malbatên wan hatin kirin.    Du jinên Kurd ên Êzidî  ku dema fermana 2014'an de dîl ketibûn destên çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin ji aliyê Meclîsa TAJÊ’ê ve li Meclîsa Xanesorê radestî malbatên wan hatin kirin. Jinên ku hatin rizgarkirin navê wan Feyza Kemal Sîlman a ji Gundê Tilezirê ye û 15 salî ye ya din jî Nora Sîlman Xelaf a ji Gundê Herdanê ye û temenê wê 23 salî ye.   'Ez ji malabata xwe dûr mam'   Feyza Kemal Sîlman wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê min û xwişka min bi hev re revandin. Em ji Tilefarê birin Soryayê. Ez nêzî çar salan li wir mam. Ez ji malabata xwe dûr mam. Ez niha gelek kêfxweş im ku gihaştim malbata xwe."    'Niha ez gelekî kêfxweş im ku dîsa gihaştim cih û warê xwe'   Nora Sîlman Xelaf jî hestên xwe wiha anî ziman:"Dema DAÎŞ hat gundê me gotin ji malê derkevin. Me hemû girtin. Birayê min û bavê min çi pê kirine ez nizanim. Ji me re digotin Êzidî kafir in û zilim li me dikirin. Piştî hemleya Baxozê em çûn kampê. Niha ez gelekî kêfxweş im ku dîsa gihaştim cih û warê xwe."   'Em hêvî dikin ku hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin'   Li ser navê Meclîsa TAJÊ Meyan Nasir wiha got:"Îro du jinên Êzidî bi bedelek mezin gihaştin ser axa xwe. Em sipasiya QSD'ê û Mala Êzidiyan dikin. Em hêvî dikin ku hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin."   'Em hêvî dikin ku her aştî hebe'   Li ser navê malbatê jî Şahap Îsmil wiha got:"Dema fermanê de hemû kesên me ketin destên çeteyan. Piştî 5 salan xwişkên min rizgar bûne. Ez gelek kêfxweş im. Ez ji hemû hêzên parastina Rojavayê Kurdistan, QSD, YPG, YPJ spasiya xwe dikim. Hatina xwişka min rizgarkirina wê bi saya  şehîdan bû. Em hêvî dikin ku her aştî hebe."