Li Kobanê Komcivîna Jîneolojiyê dest pê kir 2019-09-25 11:12:55   KOBANÊ - Bi dirûşma "Ji bo li dijî derketina zayedparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî" komcivîna Jîneolojiyê  li Kantona Kobanê dest pê kir.   Navenda lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê yekem car li kantona Kobanê mijarên zayendparêziya civakî, tundiya li ser jinan, zewaca zarokan û ji bo rê û rêbazên çareseriyê em dibêjin Jineolojî komcivînek li dar xist. Di komcivînê de nêzî 100 kes ji partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê, Endamên Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û kesên serbixwe beşdarî komcivînê bûn. Komcivîn li li Eywna Furat a Kobanê tê lidarxistin.   Di komcivînê de pankartên bi nivîsa "Çima Jîneolojî?", "Ji bo rast avakirina hevjiyana azad û çima Jîneolojî ?","Ji bo gihaştina raza jiyanê" hatibûn daliqandin.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Rêveberiya Komîteya Jîneolojiyê ya Lêkolînan a Herêma Firatê,  Dîrok Qehreman axaftina vekirinê kir. Dîrokê wiha got: "Em weke komîteya Jîneololojiyê ya herêma Firatê me dixwest em di demeke kin de vê komcivînê  li Kobanê li dar bixin, lê ji ber rewşa heyî me nedikarbû. Jîneolojî wê bibe riya çareseriya hemû pirsgirêkên civakê . Em hewl didin ku di nav civakê de pirsgirêkên zayednpereziyê, cureyên şidetê û zewaca zarokan çareser bikin. Em ê weke komîteya Jîneolojiyê hewil bidin ku  van mijaran bi rêya komcivînê çareser bikin."   Komcivîn bi nirxandina  beşa zayendperestiya civakê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl  ve tê şîrovekirin.    Komcivîna Jîneolojiyê ya Herêma Firatê berdewam e.