Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 25 roj li pey xwe hişt 2019-09-25 09:13:16   MEXMÛR - 70 roj in Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji hêla PDK'ê ve bê hincet hatiye dorpêçkirin û destûr nayê dayîn ku şêniyên wargehê ji bo pêdeviyên xwe biçin Hewlêre. Li dijî dorpêçe 25 roj in Dayikên Aştiyê li gel astengiya asayîşê berxwedana xwe didomînin.    Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 70 roj in ji hêla PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Şêniyên wargehê nikarin ji bo pêdiviyên xwe yên rojane biçin Hewlêrê. Li dijî ambargo û dorpêçe Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û xwestin rayedaran re hevdîtin pêk bînin. Lê heta niha tu bersiva daxwaza dayikan nehatiya dayîn. Dayikên Aştiyê li gel astengiya asayîşê û li gel rewşa zehmet 25 roj in li ber xwe didin.    Dayikan da zanîn ku dê berxwedana xwe bidomînin heta ku gavek bê avêtin. Her wiha serdana şêniyên wargehê jî ji hêla asayîşê ve tê astengkirin.