Malbatên kesên ji doza Nisêbînê tên darizandin: Hêrsa wan a tolgirtinê naqede 2019-09-25 09:08:58   MÊRDÎN - 2 sal in doza Nisêbînê berdewam dike, di rûniştina biryarê de dîsa ceza li girtiyan hat barîn. Xizmên girtiyan diyar kirin ku tiştên tên kirin ne hiqûqî ne û wê rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnas şopdarên dozê bin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî pevçûnên hatin jiyîn şûnde 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkrin û rûniştinên dozên wan didomin. Di darizandinên 2 salan de heyeta dadgehê ceza da hemû girtiyan. Girtiyên berte nîşanê cezayan dan jî li salonên dadgehê hatin derbkirin û bi vî awayî hatin derxistin. Nurcan Aslan (18) ku dema 15 salî bû hat binçavkirin û bi îşkence û tehdîdê hat girtin duh rûniştina wê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û sê sûcên cuda 25 sal û 8 meh ceza hat birîn. Malbatan cezayên hat dayîn proteste kirin.   ‘Sê sale tiştên ku me nejiya nema’   Dayika Nurcan Aslan ya li girtîgeha Jinan a Tarsusê girtiye, Muzeyyen Aslan bertek nîşanê tiştên hatin jiyîn da û got keça wê ya 15 salî hat girtin, di temenê 18’yî de hat cezakirin. Muzeyyenê da zanîn ku 30 sal cezayê li keça wê ya 18 salî hatiye birîn nikare bê qebûlkirin û wiha got: “Gelo ew mirov in? Yekena armanca wan ya evqas payîn ev bû ji xwe. Dixwestin demildest ceza bidin û dosyayê bigirin. Evqas zilm û îşkence dîtin, lê ev ji wan re ma. Keça min jî hevalên wê jî tiştek nekirin. Evqas îşkence lê kirin, tiştê ku nehat serê wan nema. Niha jî ceza didin hemûyan. Daxwaza tolgirtina wan naqede. Em dayik in, çima vê bi me û zarokên me dikin. Dema keça min tê dadgehê ez dixwazim silavê bidimê, dixwazim ji hez bikim. Lê nahêlin. Keça min li hember min e, lê ez nikarim destê xwe dirêj bikimê. Ez dikarim vê bêjim, bila xwedê mafê zarokên me ji wan re nehêle.”   ‘Ji bo dozê bigirin her tiştî dikin’   Bav, Nevzat Aslan jî bi lêv kir ku darizandinên du sale didomin bi armanca dîtbarî meşiyane û bi cezayên îro hatine dayîn jî her tiştî nîşan didin. Nevzat wiha pê de çû: “Ji bo dosyayê bigirin, dadger çi ji destê wan tê dikin. Di rûniştina dawî de heyeta dadgehê got ‘ne xema min e, ez rûniştina pêş de ceza didim’. Keça min jî di rûniştina dawî de 25 sal ceza girt. Me di pêvajoya darizandinê de dît ku pêvajoyek darizandinê ya çawa pêk hatiye. Girtiya bi navê Sîmanur Pamuk 30 sal ceza girt. Sîmanurê ji ber dirûşme berz kir, li salonê hat derbkirin.”   ‘Li vî welatî ne hiqûq ne wijdan ma’   Nevzat di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wî jî piştî cezayê li keça wî hatiye birîn, heyeta dadgehê bi çepikan protesto kiriye û wiha got: “ Dema ceza dan keça min ez jî rabûm ser piyan û min çepik lêda. Dadger û heyet matmayî man. Gotin ‘çima tu wisa dikî’. Min jî got ‘we di vî temenî de evqas ceza li vê zarokê birî. Ger edelet hîmê milk be, edeleta te jî evqas e’. Madem keça min evqas ceza girtin divê hemû girtî bihata tahliyekirin. Madem hemû ceza ji vê dosyayê hatin dayîn wê demê divê girtiyên din bên berdan. Dadgeha mafê mirovan dadgehên Ewropayê divê êdî vê bibînin. Tirsa wan şerma wan tune, li her kesî ceza birîn. Ji ber ku darizandineke bi edelet tune. Bêguman wê hesabê vê bê pirsîn. Li vî welatî wijdan û hiqûq nemaye.”