'Ji bo nexweşiya min derman pêwist e' 2019-09-25 09:04:53   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Sîham Bekir a ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bi  nexweşiya pençeşêra sîngê ketiye û derbarê zehmetiyên nexweşiya xwe wiha dibêjê: "Kul  û êşa dilê min a li ser Efrînê nexweşiya min giran kir. Dermanên nexweşiya min li Şehbayê peyda nabin û rêyên Helebê rêjîmê girtiye. Ez bi hêvî me ji bo min alîkariya dermanan bê kirin."    Jina ji Efrînê Sîham Bekir bi temenê xwe 40 salî ye. Sîhamê bi nexweşiya pençeşêra sîngê ketiye û niha jî li Şehabayê dijî. Dermanên Sîham zû peyda nabin û zehmetiyên nexweşiya wê giran dibin. Sîham dixwaze alîkariyek ji aliyê dermana ve jê re were kirin. Sîhamê derbarê nexweşiya xwe de wiha dibêje:"Nexweşiya min giran e. Ez bi hêvî me saziyên mafên mirovan alîkariya min bikin."   'Kul û derdên min bûn sedema nexweşiya min'   Sîhamê qala zehmetiya derketina ji Efrînê û  nexweşiya ku pêre derketiye dike û wiha dibêjê: "Dema em ji Efrînê derketin, nêzî du rojan ez meşiyam, wê demê êrîş nêzî mala min bûn. Bi dilekî bi êş em ji Efrînê derketin. Mala min hat rûxandin û xeyalên me hatin dizîn. Li ser van kul û derdan ez nexweş ketim. Li Şehbayê ji ber derfetên kêm, tu bijîşkî nikarîbû nexweşiya min pê derxe û bi vê yekê nexweşî li bedena min belav bû."      'Ez ancax li ser axa Efrînê aram bibim'    Sîhamê destnîşan kir  ku divê dermanên wê pêde bibin û wiha got: "Di meha Sibatê de,  ji bo tedawîkirinê  ez derbasî Helebê bûm û min tedawiya xwe bi rêya dermanan dikir. Rêjeya nexweşiyê li gel min kêm bûye, lê hîn ez zehmetiyan dikşînim. Ji ber bijîşkan ji min re gotiye divê derûniya te rehet be û tu aram bî, da ku nexweşîya te xelas bibe, lê her dilê me li ser axa me dişewite û tenê rehetiya min li ser axa Efrînê ye. Ez ancax li ser axa Efrînê aram bibim."    'Ji bo nexweşiya min derman pêwist e'   Sîhamê bal kişand ser astengiyên ku rêjîm di rêya wan de derdixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em diçin Helebê tedawiyê, rêjîm her tim astengiyan di rêya me de derdixe. Tenê ji ber em ji Efrînê ne. Li gor vê yekê nexweşî caran li min giran dibe, ez neçar dimînin. Ez bi hêvî me ku alîkariya dermanan bi min re bê kirin. Ji ber dermanên nexweşiya min bûha ye û zû peyda nabin."