Sala borî baranê îsal jî germahiyê bandor lê kir: Cotkar mexdûr in 2019-09-25 09:03:54   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Li herêmê yek berhemên ku îsal cotkaran kêm jê girt garis bû. Cotkaran diyar kirin ku sala borî ji ber barana zêde îsal jî ji ber germahiyê, garis kêm bûye û got wisa biçe wê hilberîn jî nemîne.   Li deşta Mezopotamyayê yek ji xurekên ku herî zêde tê çandin garis e. Ji deşta herêmê, berhemên herî zêde tên çandin, pembo, genim, garis e. Lê îsal rûyê cotkaran nekeniya. Halîde Îlerî da zanîn ku îsal ji ber germahiyê cotkaran zirarek mezin dîtiye û got pereyê ji berhem bê jî têrî lêçûnên çandiniya wan nake.   ‘Ji sedî 50’ê garisan vala bû’   Halîdeyê ev tişt daxuyand: “Sala borî ji şiliyê îsal jî ji germahiyê bi bandor bû. Îsal ji ber germahiyê berhem kêm bû. Em kedek mezin didin. Ji çandinê heta avdanê bi mehan em zehmetiyên mezin dikşînin. Lê ev sê demsal e tu pêşketin nehat jiyîn. Sê dem e garisê me wisa dibe. Hîna tam nehiştiye em dinêrin ku hundirê wan vala ye. Sedema vê jî barana zêde, gerhamî û avdana kêm e. Di rewşa heyî de wê mehek şûnde bên komkirin. Lê wiha biçe erd jî wê tiştek jê dernekeve. Hatina ji berhem bê têrî lêçûnan jî nake. Em pere didin avdanê, ceyranê. Ava bîrên me jî bi pereyan e. Em pere didin her tiştê wê. Niha ji ber germê em dinêrin ku hemû garisê me vala ye. Divê dewlet beramberê mexdûriyeta me bide. Berhem pir kêm e. Wisa biçe wê her kes erdan terk bike. Wê demê berhem jî wê nemîne.”   ‘Demsal bandorê li ser berheman dike’   Endezyarê Zîratê Burhan Bulut jî der barê mijarê de axivî û wiha got: “Du sal e pirsgirêkên cidî hene. Bi taybet baran û germahî bandorek mezin dikin. Lê îsal pirsgirêka me garis e. Niha em baskek garis bigirin lê binêrin navîna wê vala ye. Sedema vê jî germahiya zêde ye. Lê divê em çareseriyekê bibînin. Ji ber cotkar pir mexdûr dibin.”