ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-25 09:00:00   *Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriya Şemdîn diyar kir ku dê Rêveberiya Aboriya Jinê mîhrîcana xwe ya genim li Kantona Qamişloyê di 28'ê Îlonê û li Kantona Hesekê di 30 îlonê de li dar bixe. DÎMEN HEYE   *Li herêmê yek berhemên ku îsal cotkaran kêm jê girt garis bû. Cotkaran diyar kirin ku sala borî ji ber barana zêde îsal jî ji ber germahiyê, garis kêm bûye û got wisa biçe wê hilberîn jî nemîne. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Sîham Bekir a ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bi  nexweşiya pençeşêra sîngê ketiye û derbarê zehmetiyên nexweşiya xwe wiha dibêjê: "Kul  û êşa dilê min a li ser Efrînê nexweşiya min giran kir. Dermanên nexweşiya min li Şehbayê peyda nabin û rêyên Helebê rêjîmê girtiye. Ez bi hêvî me ji bo min alîkariya dermanan bê kirin."  DÎMEN HEYE   *MEB waneya wekheviya zayendî ji mufredatê rakir û rastî bertekan hat. Hatîce Efe, bi rakirina waneyê re rê bi ler çi vedikin gelo û got: "Zarokên me di dibistanan de bi hişmendiyeke zayendperest tên mezin kirin û em ê li dijî wê bi civakê re têbikoşîn." DÎMEN HEYE   *Li serhedê ku zivîstan dijwar û dirêj derbas dibe bi destpêka havînê re jin dest bi amadekariyê izivistanê dikin. Jinên ku ji bo amadekariya zivistanê kedeke mezin didin hemû karên xwe yên wekî tirşî, şûştina hiriye, çêkirina sergînan û komkirina kayê bi awayekî hevpar dikin.  DÎMEN HEYE   *2 sal in doza Nisêbînê berdewam dike, di rûniştina biryarê de dîsa ceza li girtiyan hat barîn. Xizmên girtiyan diyar kirin ku tiştên tên kirin ne hiqûqî ne û wê rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnas şopdarên dozê bin. DÎMEN HEYE *Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz, da zanîn ku her carê bi hincetên cuda hewl tê dayîn pêşî li xebatên wan bê girtin û wiha got: “Ji bo me bixin nava zehmetiyê çi ji destê wan tê, dikin. Tevî vê em ê xebatên xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE   *Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl  li ser mijara zayendperestiyê nirxandin kir  û got: "Dema civak li ser hişmendiya Jîneolojiyê were perwerdekirin, wê pirsgirêka zayendeperestî  ji nava civakê rabe,ev pirsgirêk wê bi wekheviya di navbera herdu zayendan de çareser bibe." DÎMEN HEYE