Ji Nobeta Demokrasiyê ya Wanê: Em ê li dijî îktîdarê têkoşîna hevpar bidin 2019-09-24 14:55:03   WAN - Li Wanê 37 roj in li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê tê lidarxistin. Di nobeta îro de Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li dijî îktîdara AKP û MHP'ê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn.    Li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bi pêşengiya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) bi navê "Nobeta Demokrasiyê" hat destpêkirin. 37 roj in li ber avahiya rêxistina HDP'a Rêya Armûşê ya Wanê, parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên HDP'ê kom dibin û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Di çalakiya îro de wekî her car pankarta 'Ne vîna qeyûm, vîna gel' hat vekirin.    Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirovatiyê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî KDP-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî ya Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş, parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr, Îmam Taşçier, Muazzez Orhan, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek welatî tevlî çalakiya rûniştinê bûn.    'Têkoşîna hevpar hevceye'   Serokên partiyên siyasî di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşina hevpar ya ku li dijî zilmê tê dayîn û diyar kirin ku soz didin ku dê bi hev re têbikoşin. Parlamenter û hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser Nobeta Demokrasiyê.    'AKP û MHP'ê Tirkiye parçe dike'   Gulîstan, destnîşan kir ku 37 roj in li qadan têkoşîna xwe bilind dikin û wiha axivî: "Hikûmeta ku rizî, dejenerebûyî êdî nikare tiştek bide civakê. Kesên ku ji bo xwe digotin em demokratin, li gorî standartên Ewroyayê tevdigerin, di mijara azadî û maf de li pêş in dawiya Tirkiyeyê anîn. Destkeftiyên demokratîk ên herî biçûk jî ji holê rakirin. Her wiha ji bo HDP'ê dibêjin 'dixwazin welat parçe bikin' lê divê em bipirsin kê/kî Tirkiye parçe dike? Ji bo demokratîkbûn û azadiya Tirkiyeyê kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelên bindest di nav têkoşînê de bûn. Ne kurd kesên ku Tirkiyeyê parçe dikin AKP û MHP'ê ye."   'Hevserokên me rehîneyên siyasî ne'   Gulîstan, di axaftina xwe de bal kişand ser biryara girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Der barê hevserokên mê yên giştî biryara girtinê hat dayîn û ev tişt tê wateya rehîneyên siyasî. Êdî li welat edalet û hiqûq nemaye. Edalet êdî wekî navê partiyê tê bikaranîn. 81 milyon kes bi hesretêa edaletê dijîn."   'Em bi hev re hesab bipirsin'   Gulîstan, di çalakiyê de bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta demokrasî bê vî welatî dê têkoşîna xwe bidomînin. Lê divê di nav têkoşînê de hemû gelên Tirkiyeyê dijîn cih bigirin. Em bang li hêzên demokratîk, partiyên kurdîsanî û gelên li Tirkiyeyê dikin ku bên em bi hev re hesab bipirsin."   Piştî axaftinan çalakî bi gotina stran û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.